Di hepsên siyonîst Îsraîl de, rewşa mehkûm û girtiyên Fîlîstînê, dijwar û giran e. Gelek mehkûm ketine greva birçîbûniyê. Ji wan halê 4 girtiyan pir xerabe. Dinya û cemiyetên cîhanê, li vê zulm û zorbatiyan tenê temaşe dikin.
Hat gotin ku milletê Fîlîstînê, ji bo destekê bidin berxwedana mehkûman, li Ramallahê kom bûn. Nêzî 2 hezar protestovanên Fîlîstînî, li ber siyonîst Îsraîl bi sloganan meşiyan. Meşvan xwestin ku bimeşên hepseke eskerî. Eskerên siyonîst li ber wan rabûn. Protestovanan, eskerên îşgalker dan ber keviran. Eskerên terorîst jî, bi gaza hêsirbarîner û fîşekên kaûçûkê, li protestovana dan.
Wekî tê zanîn di hepsên Îsraîl de, nêzî 4 hezar û 500 Fîlîstînî girtî ne. Vê hefteyê hêla Şerîa Rojava yekser, ji bo desteka ji mehkûman re, protesto li dar xistibûn. Xelk bi çavê qehremana li hepsiyên Fîlîstînê dinêrin.(bangaheq.net)



