“Bi tehqîq mumin ji hevre bira ne. Naxwe nava birayên xwe çêkin û ji Xweda Te’ala bitirsin da ku rehmet li we bê kirin.” (Hucurat, 10)
Di dînê Îslamê de hinek mafên civakî yên girîng hene. Wekî mafê mirovahiyê, mafê dê û bavan, mafê cîrantiyê û mafê biratiyê û hwd.
Bi rastî ez dixwazim bi nêrînek civaknasiyê li ser biratiyê bisekinim. Li ser biratiya du gela, biratiya Kurd û Tirka… Em îro dibînin ku gelek kes li gor rewşa rojevê behsa biratiyê dikin; lê gotinên van gelek caran di
teoriyê de dimîne, nakeve pratîkê. Siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar şîrove û gotarên xwe herdem bi vê kelîmê dixemilînin. Lê ka em bandora vê nabînin.
Biratî peyveke gelek giring û kûr e. Di dînê Îslamê de mûmin tev wekî bira ne. Dema rewşek nexweş di navbera du muminan de çêbe li ser mûminên din lazim e sulh û aşitîyê di navbera wan de çêkin.
Ji ğeynî vê jî Îslam, temamê nijad û milleta jî wekhev dibîne, bi te’bîra Resulê Xweda: “Însan wekî diranê “şe” ne. Mezintiya ‘Ereb li ser ‘Acem tune ye. Mezintiya ‘Acem jî li ser ‘Ereb tune ye.”
Bi rastî biratiya di navbera Kurd û Tirka em dikarin bêjin ku ji peymana “Qesra Şêrîn” heta îro bi rewşekî kulek hatiye. Bi “Îttîhad û Teraqqî” destên qirêj ketne di navbera van herdu gela. Ji î’lana Komara Tirkî
şunda jî ev destên qirêj li gor xwestekên xwe fikr û meyla van herdu gela guherandine.
Heger em bi nêrînek bêalî pirsgirêke nabeyna van herdu gela binêrin em dibînên ku: nijadperestî û milliyetperwerî di nava Tîrka de bi deh salan beriya Kurda runiştiye û bi mezinahî û dewlemendiya Osmanî, xwe ji gelên din mezintir û bi şereftir hesibandine. Li ser vê jî faşîzma Kemalîzmê…
Ez di van hevokên xwe de gelê Tirkê ‘avam sucdar nakim. Piraniya suncê vê fikriyatê li ser ‘alim, rewşenbîr û zanayên Tirka de ye. Em îro jî dibînin ku hinek melayên Tirka we’z û şîretên xwe de pesn û behsa Tirka dikin. Rewşê tînin vî awayê ku ‘avamê Tirka dihesibînin qey milletê Tirk ji aliyê Xweda ve hatiye neqandin.
Exlaq, hiquq û edebek biratiya îmanê heye. Taybetiya hiquqa biratiya Îslamî a herî mezin ewe ku: “Merivek mumin tişta ku ji nefsa xwe ra dixwaze lazim e ji bo birayê xwe jî bixwaze.”
Di zikê dayikên xwe de ji her însanî re Xweda mafek daye û em bi wan mafan hatine dinyayê. Kesek ji yekî din bi şereftir nehatiye dinyayê. Ji teref reng û zimanê xwe kes ji kesên din mezintir nehatiye xuliqandin.
Ji ber vî awayî divê biratiya me ne wek biratiya Habîl û Qabîl be ku nava vî de îxanet heye. Divê biratiya me wek biratiya Mûsa û Harûn be ku di nava wî biratiyê de yekitî û alîkarî heye.
Divê herdu gelê misliman bizanibin ku mafên însanî û Îslamî yên ku Xweda diyariyê însaniyetê kiriye heqqê kesek tune men’a wî ji însanan bike.
Lazime gelê Tirk zanibe ku jiyanê wan de çi maf û serbestiyên wan hebe ji Kurda re jî divê ewan tiştan hebin. Lazime gelên ku di van axan de dijîn ew fikr û ramanên ku bi manîpulasyon û dejenerasyona faşîst û kemalistan di bin mejiyên wan de cih girtiye, evê fikrî bavêjên û hişê xwe serrast bikin.
Em hinek li ser realiteya me dikarin biaxifin mesela; heger di Karên Diyanetê de statuya Henefiya hebe, lazime statuya Şafî’iyan jî hebe.
Heger zarokên Tirkan bi zimanê dayikên xwe perwerdehiyê distînîn, lazime zarokên Kurdan jî bi zimanê zikmakî perwerdehiya xwe bistînin. Evan tiştên han mafên temamê gela ne. Xweda diyariyê wan kiriye. Kes nikare wan mafan qedexe bike. Ên ku qedexe dikin, zulmê dikin. Divê Tirk wan tiştan bi vî şiklî bifikirin û bixwazin. Baxusûs Tirkên ku fikr û ramanên wan Îslamî ne wisa bifikirin. Lewra xetayên ku ew dikin millet wî xetayê davêje ser Îslamiyetê. Heqqê kesî tune ku muhabbet û nêrîna însanan ji Îslamiyetê re xirabike.
Bi milliyetperwerî, bi nijadperestî, bi dewletperwerî yên menfî Îslamiyet nayê meşandin, bi milliyetperweriya musbet û xwedî tolerans fikriyata Îslamê dimeşe.
Misilmanên Tirk perwerdehiya bi zimanê Kurdî çawa dibînin? Li gor dîtîna min wisa dibînin ku meriv dibêje belkî Îslam perwerdehiya bi zimanê Kurdî qedexe kiriye. Fikriyata dewletê di serê wan de bûye meleke.
Îro heger mislimanên vî welatî berpirsiyariyên xwe bicî anîbûna yek xortek nedibu Sosyalîst. Ma çima xort bibin Sosyalîst? Sosyalîzm çî ye? Mafên însanan bi şeklê kamil Îslam dide. Lê kesên ku Îslamiyet baş
nizanin û dibêjin em mislimanin fikr û gotinên wan tev rewş aniye vî astî. Divê em civakê wek Bedîuzzemanan, Seyyîd Qutuban, Qazî Mihemedan, Şêx Mehmud Berzencîyan, Şêx Se’îdan û Huseynê Rêzan
bixwînin û şîrove bikin.
Di nav fikriyata Îslamê, di kitêbên de’wetan de hevokek meşhur heye. Bê dewlet, bê statu Îslam nayê meşandin, di jiyana civakî de, di nava gel de nayê sazkirin. Bi vî awayî ziman û çand jî bê statu, bê fermiyet nayê meşandin. Lewra em dikarin bêjin ji însanan re îman/bawerî hejayiya herî mezin e. Di nav hêjayiyan de hejayiyên maddî/dinyewî hene û hejayiyên ma’newî/qelbî/ruhî/uxrewî hene. Ziman, çand, huner, ax tev hêjayiyên dinyewî ne. Wê demê dinya bê van nameşe. Qetilkirina çand û zimanê milletek misilman gunehekî mezin e. Binêrin Xwedayê me yê ku ji her tiştî mezintir e çawa ferman dike: “Gelî mirovan! Bêguman me hûn ji mêrekî û jinekê afirandin û me hûn kirin millet bi millet, êl bi êl da ku hûn (maf û hiqûqê) hev nas bikin. Bêguman çêtirînê we li cem Allah Teala mutteqîtirînê we ne. Bêşek Allah Teala, zana û agahdar e.” (Hucurat-13)
Li gor ayetê reng û ziman û çand tev vesile nin, hewceyî tune ku însan li hember wan mucadele bike û bi wan re meşğul bibe. Ewan tişt tev ji boy têkiliya însanan û ji boy naskirina huner û mezinahiya Xweda ne.
Ziman, çand, reng û deng tev dewlemendiyên însaniyetê ne. Ew tiştên hanî tew wasîte ne di navbera însanan de. Ev tiştên mecazî ne. Tiştên ku heqîqî hebin meriv çima bi tiştên mecazî re xwe mijul bike?
Ji ğeynê wan jî em dikarin hinek maddeyên din jî bihêjmêrin lê heger di nav birayan û gelan de ewan maddeyan jî bên bikaranîn tu birsgirek namîne û dernakeve.
Heger em bingeha nijadperestiya Kurdan binêrin tesîra fikr, hal û hereketên Tirka dibînin.
Seydayê Bedîuzzeman behsa feqiyekî xwe di berhema xwe yê “Lahiqeyên Emîrdağê” dike û dibêje: “Dema ez li Wanê bûm feqiyekî minê hamiyetperwer re min go: Tirkan gelek xizmeta Îslamiyetê kirine tu ji wan re bi çi niyetê dinêrî?”
Go: “Ez Tirkekî misliman tercîhê birayê xwe yê fasiq dikim. Belkî ji bavê xwe zêdetir jê re elaqedar im. Lew ku xizmeta Îslamê dikin.”
Demek derbas bû, ev feqiyê min dema ez di hêsîriyê de bûm, çûye li Stembolê mekteb xwendiye. Piştî ku ez ji hêsiriyê zivirîm min wî dît. Ji ber ku ji rewşê hinêk muallimên xwe tesîr dîtiye, rahê Kurdayetî di fikriyatê wî de peyda bûye û ketiye meslekekê din. Ji min re go: “Ez vêga Kurdekî fasiq hetta Kurdekî bê dîn jî tercîhê Tirkekî salih nakim.” Ev mînakê Ustad gelek balkêş û manîdar e.
Belê em dibînin çiqas roj diçe Îslam pêş ve diçe. Lazime em vê pêşveçûnê bileztir bikin. Lê kifşe ku heta em pirsgirêkên di nav xwe de çareser nekin em nikarin piştgirî jî bidin pêşveçûna Îslama ‘ezîz. Ma mijilbûna bi tiştên cahîlî, bi tiştên ku ji aliyê Îslamê ve hatiye rekirin ji aqilmendiyê ye.
Ez ji bona pêşketine her du civakan dixwazim behsa hinek xusûsên din jî bikim. Em îro dîbînin ku peyva Kurdistanê di Tirkî de qadexe ye. Lê van demên dawî de hêdî hêdî di medyayê û tiştên din de tê bikaranîn. Divê gel, bisekna xwe yê birûmet vî pirsgirêkê çareser bike.
Ji îro pê de gelek Kurd bikaribin li cem Tirkan bêjên “Kurdistan” ev nava erdekî ye. Meriv bêje Kurdistan nabe nijadperest û cudaxwaz. Lazime êdî Kurdek bi şal û şapika xwe bikaribe li metropol û bajarên Tirka bigere û bi serbestî, rihet Kurdî biaxife. Heta lazime ji boy pêşveçûna biratiyê, Tirk xwe bi ‘elimînên zimanê Kurdî.
Êdî roj roja himbêzkirina Kurda ye, roja himbêzkirina Tirka ye, ya Laz û Romenan e. Yên ku ji sed sala ve di wan axan de dijîn, ji îro pê de jî naçin tu derê. Madem wisa ye ji boy jiyana bihevre em hev bi çand, ziman û hêjahiyên xwe ve qebulbikin.
Em çima fikriyata xwe di nav sînorên bê me’na de dihêlin. Ev pîskolojî û fikriyata qirêjê ku bi bandora Kemalizm û faşîzmê ketiye heş û mejiyê mirovan (mixabin ketiye mejiya hinek Îslamiyan jî) êdî weqta avêtina vê fikrê ye. Ev erd û ax, oksîjen û asîman têra me teva dike.
Di dawîya nivîsa xwe de em dibêjin Kurd, Tirk, Faris, ‘Ereb, Peştû; tev misilman birayên hev in. Lazim e heq û hiquqên biratiyê di navbera xwe da biparêzin û ‘edaletê rakin li piya. Îslam bindestiya tu milletê qebul nake. Ew li hember ‘îzzeta Îslamê ye.
Xweda serkeftina ummeta Îslamê serkeftina çand huner edebiyat û erdnigariyên gelên misliman zêdetir û bileztir bike. Xweda aso û fikriyatek nebewî û fireh bide me teva.
Ebdullah Rojhilat / Bangaheq