Çilê sal a du hezar
Yanzdeh ê pê re xedar
Şehîd ya te êşek kûr
Li müminê nêz û dûr
Kezeb a me pijiya
Ket hesret a kanîya
Kewser ku ew xelat a
Şuheda û Rehber a
Tu jî gihayî cem wan
Pey we em pir melul man
De’w a îslam a şêrîn
Bêhtir bi ‘eşq hilgirin
Da war welat û axret
Bibe rizgar ta ebed
Roj a Pencşem ê
Li Gewer a ÇOLEMERG ê
Bi çekên gemmar û bextreş
Û bi gûlleyên serxweş
Bi destên çavnebar ên mêjî qirêj
Bi êrîşa xaînên aqilfiroş
Bi kêfxweşî ya dilên xwedênenas
Bi ohxweşîya zalimên hov û har, şeytanên hevnas
Xortek ‘ezîz û ciwan ji ehlê îman
Xwedanxêr û xebatxêrek dilovan
Mustez’efek serbilind û bi ‘izzet
Canek nazik rihek melaiket
Şehîd kirin delalêm ‘ezîzêm ‘Ubeydullah
Pê nêz e mirin a zalim û xain a inşallah
Dixwest Nûr a Quran ê
Hakim bibe-l cîhan ê
Qelbên jê yetîm mane
Çolîstan ên tî mane
Bigihin av a heyat
Da şin bibin li welat
Belê ew şehîd kirin
‘Erd disa bi xwîn kirin
Lê nizanin gellê me
Bi vê qenc hişyar kirin
Êdî xain murted pis
Baş hat dîtin ru İblîs
Kî bi nav welatparêz
Ji şeytan re dibe hêz
Jiyana-d vemirîne
Namus a diherimîne
Armanc a te ey ‘ezîz
Da’w û doz a pak temîz
Tov da bereket veda
Xweda-j kerem a xwe da
Li vî dengi baş bihis
Herdu dûjmin ên necis
Rejma nijadperest qop
Binhevalkê wêy zirzop
Sond be dîsa Kurdistan
Em ê bikin gülistan
Em ê bikin gülistan
(Fedlullah POLAN / Gapurfa)