Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
Hemd û sena û şukranî / jibo wî Xaliqê Rehmanî; Ku fesahet û beyan daye lîsanî / Lîsan daye însanî. Hindî selewatan hemî / li resûlê meyê ummî
Bi vî rengî dest bi Nûbiharê dike seydayê Xanî. Nûbihara ku, berhev kiriye ji bo zimanê wehyê bi zarokê Kurmanca bide hin kirin. Nûbihara ku bihna bihara nû, bi ba û sirra nesîmî ji nav kulîlkên rengîn, jı deşt û çıyayê zimanê Kurdistanê, me muferreh dike. Zarokên Kurmanca ku di bihara xwe ya nû de ne, “zimanê ‘Erebî” bi wan dide hîn kirin bi “zimanê wanî eslî”. Yanî di “fesla newbiharê” de riya “geştê” bi ber wan dixe. Fesla new biharê gelekî muhîm e. Fesla gihaştinê ye… Fesla şîn bûn û çûna ber bi kemalê ye… Fesla hînbûnê ye… Fesleke ku dar û nebat û ‘alema cismên hadis tê de geş û gur dibin… Fesla newbihara zarokên Kurmanca, fesla hîn bûna zimanê Qurana Pîroz e, fesla haziriya rih û bedenê ye. Fesleke ter û teze ye…
Û bi vi rengî reng daye kitêba xwe. Rengê wehyê… Rengê Îslamî… Rengê ku Rebbê me jê hes dike û di Qurana Pîroz de pesnê wî dide:
“(Li) Rengê Xweda (binêrin). Ki ye ewê ku rengê wî ji ê Xweda xweşiktir e? Û em ji wî bi tenê re ‘îbadet dikin.” –Beqere: 138-
Ne hewce ye ku em bêjin Seydayê Xanî jî, her wekî wan pîrên me yên din, yek ji pîrê zimanê me ye. Burhana edebiyata me ye. Şehbazê çand û kultura me ye. Şêxê welat û milletê me ye. Seydayê ‘eşqê ye. Di roja me de bi navê “Kurd” ku milletekî hebe, ev millet bi reng û şeklê jiyana xwe ya ku înhîlal têde çênebûye, bi çanda xwe û nexasim bi ziman û edebiyata xwe, deyndarê minnetê ye ji bona Seydayê Xanî û emsalê wî.
Di havênê xebat û ‘emelên wan de ‘eşq hebû. ‘Eşqa Îlahî… Wek nihirandina Şêxê Xanî:
…
Perwane me, ten mi daye agir
Sohtî me, bi batin û bi zahir
…
Wek qêrîna Feqî:
…
Bûme nedîm bûme herîm / Min ‘eşqeke dijwar heye
Kêfê dikim serfa ‘ezîm / Min hêj meya pêrar heye
Minnet ji Rehman ê Rehîm / Min mîrekî Settar heye
…
Ser û binê çanda me, hemd û selewat in. Destpêka wê bi navê Ellah e. Dawiya wê du’ayeke tevî biranîna ummetê ye. Hundirê wê, bi havênê bîranîn û ‘eşqa xweda hatiye ‘ecinandin ku bi heskirina Hebîbê Wî û şopandina Sunneta Seniyye hatiye xemilandin.
Sernameê name namê Ellah
Bê namê wî name na temame wellah
Mem û Zîna wî bi vê beytê dest pê dike… ‘Eqîda wî jî bi vê beytê diqede:
…
Min û cumle ê ummeta Mustefa
Bibe Cennetê tabi’ê Mustefa
Ha! Banga Heq ev e…
Heqîqeta millet û welatê me ew şu’lene ku jinav gotin û nivîsên şêx û seydayên me dibiriqînin. Heqîqeta me Îslam e. Ev milletê Kurd, ji Îslamê pêve li ser tişteki din tifaqê nake. Milliyeta me, huwiyeta me, nasnama me her îslam e. Ji bera berê ve û heta îro di her welat û milletî de kesên muxalif her derdikevin. Dinav Kurdan de jî derketina kesên ku muxalefeta heqîqeta milletê xwe dikin, tiştekî ‘arizi ye, muweqqet e, wek kefa li ser avê ye. Kef her çiqas liser avêbe jî, jê re nayê gotin av û avê temsîl nake. Di nav vî milletî de her kesên Xwedê nenasê ku bi dengekî bilind muxalefata Îslamê dikin ji bona vî milletî nabin serok, rêzan nayên hesibandin, teqdîm kirina wan bi navê şareza û munewwer nayê qebûl kirin.
Xebata jibo çandeke ku destpêka wê bê bîsmîllah û hemd û selewat e, xetma wê bê şukr û du’a ye, di nav milletê Kurd de, Kurd tu xêr û îstîfadê jê nabînin. Bes bi kêrî dijminê Kurdan bi tenê tê.
“Kesê ku di oğira me de cehdê bike, emê wî hîdayetî bibal riya xwe ve bikin.” –‘Enkebût: 69-
(M. Abdussamed Hilmi / Bangaheq)