Rewş a dinya yê di roj ên ‘ecêb de dajo. Guhertin ê mezin diqewimin, ev rewş didome û wilo xuya dike ku hê bi dijwarî ewê bidome;
* Li welat ê ‘Ereb a ku jê re tê gotin “Buhara ‘Ereba” di ba yên ‘ewwil de diqtator û firotî yên zalim weke Hüsnü Mubarek, Zeynelabidin bin Ali û Qeddafî bi xwe re quluband; lê ev ba yên buharê li Yemen û Bahreyn û Surî bûye ‘ecac û bahoz pê re xwîn a musulman a dirêjine.

* Gum e gum a Rojhilata Navîn berdewam e. Weke Iraq ê ku di bin îşğal a ‘Emerîqa de bi milyona insan bi mezlumî hate kuştin. Ya dawî ‘Emerîqa hêz û leşkerê xwe ji Iraqê kişand lê pê re tovê fitne û fesadîyê, îxtîlaf û neyarîyê li wîr reşand û hêjî gel ên Iraq ê ne gihane huzur û sekînet ê. Di vê rewş ê de Kurdistan a Îraq ê gav bi gav bi bal serxwebûn ê ve diçe.

* Li Asya bi taybetî li Afğanîstan û Pakistan dewlet ên emperyalî, -yanî hêzên NATO- qewet a wan ne giha ku ser ê musulman ê wê der ê jî bitewînin. Bi izna Rebb ê Alem ê ewê musluman ê wê der ê jî serkeftî bi bin.

* Awrupa bi bal birçîbun û mirin ê ve diçe. Lewra civak a xwe bi materyalizm û qapîtalizm ê xera kirin. Îro civakek e ku ciwan ê wê di nav tarîtî û necisî yê de be ewê çawa jiyan jê re hebe? Civak a Awrupa nefsa xwe ji xwe re kirin îlah û îro di nav qrîzek e eqonomîk de zar e zar ê dikin. Belê ev dide nişandan ku gel ên Awrupayî îro zêdetir tî ne ji îslam ê re û hewce yî musulman û mü’min a ne.

* Qedera ‘Emerîqa û Awrupa yek e. Tişt ê me jiboy Awrapa got jiboy ‘Emerîqa ji em dikari bibêjin.

* Îsraîl îro qewet ê hunda dike û her roj a li paş dimêne bi îzna Rebb ê Alem ê dawî ya xwe nêzîk dike. Lewra Buhara ‘Ereb a bêhn lê çikand û em dibînin ku ketiye ta ya xwe. Nevî yê Selhaddin îro hatine ser şopa Wî. Cema’et a Mustez’ef a dildar ê Quds ê li rê kar dike.

Di nav vê ehwal ê dinya yê, ev roj a dîrokî yanî 27′ê Gulan a 2012 a; ji Kurdistan a şîrîn re, ji Quds a Piroz re, ji Ûmmet a Îslam ê re, ji însanîyetê re, ji heywanata re, ji dar û ber şînkahî û zuhayî yê re bi nav ê Hereketa Mustez’efa ûmîd û hêvîyek derketiye. Ya rast ev ceme’et ne bi tenê îro bûye hêvî, bi sal a em ji vê hereket a mubarek hêvî ya dikin, em jê bawerin; lê îro îlamkirin a vê hereket ê bi nezer a min dengekî di cî de ye. Roj, roj a vê herket ê ye inşallah.

Lewra;
hereket ê zulm û zordarî dîti ye
Şehadet û zîndan dîti ye
Birçîtî, tune yî û bêkesîtî dîti ye
Îftira û reşkirin dîti ye
Ğerîbî û hicret dîti ye

Ev îmtîhan ê giran ku Xweda di vê mekteb a musibet a de Hebîbê Xwe Pêxember ê Îslam û eshabî yê wî çawa derbaskirin bi mêranî, îro peyrewî yê Wî -yanî Hereketa Mustez’efa- jî bî mêranî di van mekteb û ders a, musîbet û îmtihan a de derbas bune. Li gor qaîde ya “piştî her tengasî yê ferehî û xweşî heye”, li pêş vê herket ê jî roj ên ferehî û xweşî xuya dibe.

Gel ê me musulman e, rih ê me bi hezar sal a ji kanî ya Îslam ê vexwari ye. Bi hezar sal a em bune leşker û pêşmerge yên Îslam ê. Me dîrok li neyar ê doz a Heq û li neyar ê Îslam ê reş kiriye.

Lê ev sed sal e düjmin ê îslam ê bi dek û dolab a weke şeytan ji mil ê rast ê ve xemlandî êrişî Îslam ê û bi taybetî êrişî Kurd ên oldar dike.

Ev neyar û bextreş dixwazin ji gel ên Îslam ê re “Îslam” nebe rêç û çare, nebe doz û da’we. Heger illehî bibin xweyî çend banqnot ew jî bila bi dolar û euro’yê ‘Emerîqa û Awrupa bibe; da neyarîya xwe bi dostanîyeke derewvan û minnetek bar zillet veşêrin.

Ji lew em dibînin ji bin ve alîkar û piştevanî ji hev re dikin. Serek ê teyara dibêjin “wey gidî Heval ên me pir hatin kuştin. Berê wê teyarê bizîvirînin” derawvanîya wan bi pêş şehreza ya ketiye.

Yanî Gellê me, li wan û li yên weke wan mecbur hatine hiştin. Lê her wilo na dome. A ha ev Hereketa Mustez’efa mizgînî ye ji vê re. Weke ku ew bi devê xwe dibêjin “em gel ê xwe na berdin nav lepê zalima!..”

Çi Lazim e?

Belê pêwiste berî herkesî ji vê pêvajo yê re em hazir bin. Lewra piştî ku her tişt ji hev safî bu meriv rabe xwe li kar ke kes rumet ê na de. Weyaxut karkirina ne di cî de karekî ber ba ye.

Rewş a tev ên welat û dewlet ên Musluman a ji sed sal vê ve ev e ku, li alî yên Îslamî jiboy ji gel ên musluman re nebin bijêrek(alternatif), qomplo û zordarî seraqet meşandin e. Çi bibe bila bibe divê Îslam bi saf û berqandina xwe li pêş gel ên musulman a bê xuyakirin.

Çima?
 
Heke İslam bi safîtî û berqandin a xwe li pêşber ê gel a neyê nîşandan, heke İslam bi hereketek serbixwe dest ne avêje pirsgirêkê gel; ewê destên dijberên Îslamê li holê bimênin. Ewê li xweşa wan were û ewê hêzên kufrê bi xurttir bibin.
 
Naxwe;
 
Ev Hereketa Mustez’efa” bi xêr e. Gelên muslüman xususen gelê Kurd bi vê hereketa mubarek hêvîdarin ku cardin bi Îslamê rizgar bibin. Hêvîdarin ku ev hereket wan ji astenga her dû xaîn û derewvana derxe.
 
Tu bi xêr hatî ey Hereketa Mustez’efa

(Fedlullah POLAN / Gapurfa.com)