Dîk û tajî bûne hevalê hev
Gerîyan, çerîyan tev.
Yek bi nikul, yek bi dev
 
Ji hevra gotin edî em  herin
Li deyşt û zozana bigerin
Ji xwera warekî avakin
 
Dîk go; ku hat seat û wext
Qey limejî ê vebe bext
Em jî bibin xwadî text
 
Him çêrîyan hem meşîyan
Şeva tarî girtê  serwan
Di berqefekî da razan
 
Bi saw û tirs raketin
Destê siwêra  daktin
Li wa dor hêla li baketin
 
Hatin rasta xirabekî
Tajî go; deng xwaşo tu zu kî
Derkeve ser vî pangî
 
Dîk li ser dîwêr qirîya
Bi dengekî hezînî giriya
Bi wan hesîya neval û  çîya
 
Go; “werin em  avakin vî warî
Kî duxwaze bi mera vî karî
Em tev hilgirin  vî barî
 
Rovî hesîya bi vî dengî
Şaş bu bi vê sewti li vî rengî
Go; xirabe şen bû kengî?
 
Rovi go; kine vanê hatî
Ne baqilin, ney tewitî
Banga wîra dilemin şewitî
 
Rovî nezika xirabe bu
Tajî li siyê pal da bu
Mîna talazê  rabu
 
Rovî;  di ku tajîye belek
Tirs kete ser wi gellek
Go; hawar li we lingên çeleng
 
Ku xilaskir rih û can
Bi emrê xweda ve bu ziman
Bi hezînî vegerîya serwan
 
Dûre dûr bankir go; “dîkko
Histî dirêj, poz lîkko
Tu  valayî bandiko
 
Heya ev denga lê tebe
Hevalê te wir bezabe
Ji mera derd û xezebe
Ne cîrantî bi wera dibe
Ne şen dibe xirabe

(Seyda RONAHî)