Silav ji bo te Şêxê min seri rake
Bi dilê zarroka bi hesrên dayik
Ew , ji tere rêdikin silavê xw
Ew rengê Ala min , bi min re hevale

Bê pesin ew ji , wek min hejare
Va ezê li ser Gorê , li benda teme
Bahwerim, bexce û zeviya li dora te
Ji tere ew xweş û bihüşte

Ji neyar re her ew cuhê qreax û tenge
Ezê bistikek bibim mevanê te
Min qebul ke eze runimli ber kêla te
Da ti li min bike cend şîreta

Cavê wane li rêka te westiya
Îro îna, ji bo go ti bi zanibe
Go gel rêza bi rêza, li benda teya
Xwûdbek bi zimanê kurdiya

Ti were ji wan re bi xwîne
Şêxê min ka tû dengek bake
Kesê razayi tim di xwede şiyarke
Qamişlo ji bo te reş û tariya

Wek dare bê pel taziya
Sikak û malê wanê bê denge
Wek bihare bê cîcek bê renge
Civak pir mezine, nayê pêjna te

Gotina te di mêjiyê min de zildaya
Dema te dgo xweda ji me tevaya
Şêxê min rabe, gelê te tev rêwiya
Kesek nîna kofi û abayê te li xweke

Ew tiliya xwe bi hejîna li ser dijmin
Ji wan re bêja mafê min tev birine
Bi ci navî ban tekim eyi Şêxê min
Yan seyidayê min go ti di axifê

Hêrs û tevzînok têne laşê min
Mamosteyê min, xwediyê pênûsa zêrîn
Her dimeşe gotinênên xwe dişopînê
Ya Şehîdê qehreman ti tim li bîra min

Hemû nav li bejna te di neqşin
Eyî Şêxê min dîsa dîrokê xwe nûkir
Rûpelek ji doza te, li xwe zêdekir
Dîsa birînê qemûşk rakir

Xwîn, , pejiqand, li kolanan belakir
Hîna zûbû, destê qirêj te ji me durkir
Bi qîmet koca te barkir
Hêvî û armencê te , li ber bakir

Şêxê min te qewêtiya min li kê kir
Te li xweda kir, yan li pêxember kir
Te ew barê giran, li pişta kê kir
Bi ci sund bi xwim, eyî Şêxê min

Bi Quran yan bi Kurdistan
Ci ferze, ji bo min navnîşan
Ji cire bibme kola û arzan
Ji bo Îslamê ya ji bo Kurdistan

Şêxê min seri rake, seri rake
Şêxê min, Şêxê Şehîda
Ti ji keti, rêza Mêrxas û Agîda

Seyîdayê Ari