Rehber Huseyn rêzan Huseyn
Bê guman tu ji bona me heqîqetek bû
Belê heman demî em baş tênegihan
Li kûrahiya fikr û ramanên te û
Dûrdîtin û pêşdîtinên te 

Ma te dizanîya fitne ewqa nêze? û
Ma te dizaniya tuwê zû herî?
Te ji wê çaxêve em haydar kir
Da ku em neşemitin û
Nekevine di nêv agirê fitnê

Em niha baş te fêm dikin
Bi wê doza mezin û
Bi hezaran ezîzên cangorî
Bi rastî qedirbilindîya vê dozê
Te bi şehadeta xwe tesdîq kir

Bi destê hêzên kûr
Di kûrahiya dilê me da
Tu hatî veşartin
Hal eve xeyalên te ên kûr û
Berfireh hebûn

Li pey şopa Îmam Huseyn
Tu bûyî tirsa dilê Yezîda
Lewra welat li te bû Kerbela
Te av ne vexwar ji çemê Dicle
Di kela hevdehê kanûnê

(Abdulbaqî Botî - Kelhaamed)