Mehkema cûntaya Misrê, di dozeke ğeyrî meşrû de li Muhemmed Bedîîyê lîderê teşkîlata Îxwan cezayê muebbetê birî. Berî niha di dozeke din de jî li Bedîî cezayê îdamê hatibû birîn.
Mehkemê digel Bedîî li 36 kesên din jî, cezayê hepsê yê muebbetê birî, di eynî dozê de li 10 kesan jî qirara îdamê hat dayîn.
Li aliyê din ji lîderên Hereketa Îttîfaka Mîllî ya ku derbeyê red dike û destekê dide meşrûiyetê Fewzî es-Seîd, ji aliyê hêzên cûntayê ve hat binçavkirin.
Di protestoyên ku ji ber salvegera derbeyê hatin kirin de hejmara kesên qetilkirî jî giha 5an. Di hedîseyan de 196 kes hatin binçavkirin. (Hürseda Haber)



