Ciwanê Filistînî Muhemmed Huseyîn Ebû Hûdayrê 16 salî, berî niha li Qudsa Rojhilatê ji aliyê nişteciyên yahûdî ve hatibû revandin û piştre hatibû qetilkirin. Cenazeya wî do hat definkirin. Bi deh hezaran Filistînî tevlî cenazeyê bûn.

Polîsên siyonîst bi fîşekên heqîqî midaxele kir. Ji do vir ve di êrîşên siyonîst de, li gorî rayedarên Hêva Sor ya ku li herêmê xizmetê dide, 232 Filistînî birîndar bûne. Ji wan 6 kes bi fişekên heqîqî birîndar bûne. Her wiha yek jê aktîvîstekî ecnebî 2 kes ji aliyê eskerên îşgalker ve hatin binçavkirin.

Rapora otopsiya ciwanê filistînî yê qetilkirî jî hat beyankirin. Di raporê de hat gotin ku nişteciyên yahûdî, ewilî benzîn bera qirika ciwanê filistînî dane û pey re bi saxî şewitandine. (Hürseda Haber)