Alîkarê serekwezîr Bulend Arinç, di televîzyonê de li ser hevdîtinên dewlet û PKKê û vekişîna mensûbên PKKê peyivî.

Arinç wiha got “Ewê Mît vekişînê îdare bike. Emniyet jî daxil dibe. Mensûbên hêzên eskeriyê, wê nezaretî meselê bikin. Lê ev îşê hikûmetê ye. Di parlementoyê de zemîna vêya tune û divê tune be jî.”

Li aliyê din serekwezîr Tayyîb Erdoğan xîtabî grûba xwe kir. Gotinên serekê partiya MHPê Dewlet Bahçelî tenkîd kir. Da zanîn ku ji ber gotinên wî, di unîversîteyan de di navberan grûbên dijberî hev de, pevçûn diqewimîn.

Wekî tê zanîn Dewlet Bahçelî li Bûrsayê peyivîbû. Di heyama xeberdana wî de, hinek xortan gotibûn “Emir bide em bikujin” Bahçelî li ser van peyvan, weha gotibû “Ewê wexta wê jî bê.”  (bangaheq)