Hepsa Edenê ya Kurkçulerê skandalekê pêk anî. Gardiyanan di roja ku wê tehliye bibe, riyê Ehmed Noyanê mehkûmê dîndar, bi zorê qusandin.
Ehmed Noyan ji ber ceza xwe ya pereyî, 3 rojan di hepsa Kurkuçulera Edenê de ma. Di roja ku wê tehliye bibe, çend saet ji berdana wî re mabûn, ji teref gardiyan Y. K.yê ve, riyê wî bi zorê hate kurkirin. Li ser hadîseyê Ehmed Noyan serpêhatiyên xwe ji ajansa xeberan ya Îlkeyê re beyan kirin.
Ehmed Noyan da zanîn ku, riyê wî ne ewqas zêde bû. Feqet gardiyan Y.K. ji bo ku çavên mehkûman bitirsîne, nîşan bide ku ji gardiyanên din cûda ye, vê zorbatiyê dike. Her wiha Noyan îddîa kir ku, gardiyan wiha gotiye “Tu kes nikare tiştekî bi min bike, ez serok im.”
Ehmed Noyan îfade kir ku, bi vê tevgerê heqaret lê hatiye kirin u ji lew gilîdar e. (bangaheq)






