Platforma Nesla Quranê, navbera yek û 8ê Hezîranê, hefteya ciwantiya musluman ya cîhanê îlan kiriye. Di vê çarçovê de fealiyetan li dar dixe.
Li Batmanê fealiyetên di warê vê hefteyê de dewam dikin. Yek ji wan fealiyetan turnûva fitbolê ye. Serekê komîteya tertîbê Yûsûf Kizrak wiha got “Turnuva me ya fitbolê ya hefteya ciwantiya musluman ya cîhanê didome. Digel xwendekarên lîseyê, 12 saziyên sivîl jî tevlî turnuvayê bûne. Turnuva bi isûla seridandinê tê lidarxistin. Di 5ê Hezîranê de pêşbirka fînalê tê rastkirin.”
Her wiha ciwanan jî, ji ber tertîbkirina wan, malavahiya platforma nesla Quranê kir. BANGAHEQ



