Hereketa îtifaka mîlliyê ya ji bo desteka meşrûiyetê û redkirina darbeyê, protestoyên xwe dewam dike, destekê dide Mûrsî. Li bajarên Skenderiye, Sohac, Benî Suweyf, Mansûra Port Seîd, Suweyş û Feyyûmê meşên şevê li dar xistin. Pey nimêjên terawîhan, protetovanan alayên Misrê û posterên Mûrsî xistin destê xwe li ber darbeyê meşiyan. Protestovanan xwest ku Mûrsî vegere ser wezîfê.

Li gorî beyanên îxwan, li semta Şobrayê ya Qahîreyê hinek protestovan civiyan û destek dan milletê li meydana Rabîatul Adewiyyeyê. Ji lew li ser cada Salah Salim meşiyan. Hat zanîn ku grûba Baltaciyên şebeka sûcê, bi sîlehan êrîşî wan kirine. Di hadîseyê 2 protestovan hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar sewkî merkezên sihhetê yên li meydana Rabîatul Adewiyyeyê kirin. Her wiha li ber seraya serekcimhûrtiya li Qahîreyê jî, baltaciyan êrîşî protestovanan kirin. 20 kes birîndar bûn.

Li bajarê Mensûrayê li midûriya emniyetê êrîşê bombeyê pêk hat. Di êrîş de 12ê wan polîs 19 kes birîndar bûn. Li der û dor gelek xisara maddî qewimî. Îxwan daweta tevlîbûna rûniştina lihevkirina mîllî ya ku wê ji aliyê serekcimhûrtiyê ve bê lidarxistin red kir. Berdevkê îxwan Ehmed ‘Erîf wiha got “Em tu îcraatên darbekerên ku dest dane ser îdareyê, qebûl nakin. Dawet ji teref meqamekê ku tu resmî hûviyeta wî tune ye ve hatiye kirin.

Li aliyê din hat diyarkirin ku ordiya Misrê danê sibehê girtiye ser tunelên li sînorê Ğezzeyê û dest daye ser gelek malên kaçak. Hat gotin ku eskeran li kaçaxvanan reşandine lê tiştek bi kesî nehatiye.

Wekî tê zanîn berî niha gelek tunelên ku şewtemenî û eşya di wan re diçû Ğezzeyê bi amanca pirsgirêkên ewlehiyê hatibûn girtin û xetimandin. Bangaheq