Protesto di bin sîwana hereketa Însan û Medeniyetê de tê lidarxistin. Sazî û komelên sivîl yên cûrbecûr jî destekê didin protestoyê. Millet bi sloganên “Misluman ranezê, li birayê xwe xwedî derkeve. Bimre Sîsî, em bi te re ne Mûrsî” destek dan berxwedana xelkê mislumanê Misrê.

Serekê belediya Fatîhê Mistefa Demîr jî tevlî protestoyê bû. Di protestoyê de xîtabî millet kir. Demîr wiha got “Birayên me yên Misrî, digel rijandina xwe jî derseke mezin didin însaniyetê. Xalid Meşal pey qetlîama Mavî Marmarayê wiha gotibû: Ew negihaştin me, lê xwîna wan gihaşte Ğezzeyê. Ez difikirim ku xwîna mislumanên Misrê jî, gihaştiye hemî mezlûm mislumanên dinyayê.”

Li parkê nimêja êvar û êşayê bi cemaetî hat kirin. Bangaheq