Do bi slogana “ji bo Misr û Sûriyê 100 hezar mesaj ji teşkîlata dewletên yekbûyî û welatên rojavayê re bişîne” mîtîngek li dar xist.
Bi deh hezaran kes bi konvoyên wesayîtan, bi tekbîr û slogan û panqartan tevlî protestoyê bûn. Gotin û Resmên şehîd Seyyîd Qûtûb, Şêx Ehmed Yasîn, Aliya Îzzetbegovîç û Malkolm X û hinek mealên ayetên Quranê, digel alayên Misr û Sûriyê hilgirtin.
Di mîtîngê de serekê hereketa han Tahir Akture xeber da û wiha beyan kir “Di vê dewrê de me dît ku Esma ji teref nîşangeran ve hat qetilkirin. Me masûmiyeta wê dît. Em ji dixwazin bi wê masûmiyetê derkevin hafa Xwedê. Înşallah zafer nêzîk e.”
Pey xeberdanê bi hev re nimêja îşayê hat edakirin û dua qinûtê hat xwendin.(Bangaheq)



