[Cûntaya Misrê Dijminê Îslamê Ye]
Derbeker general Ebdulfettah Sîsiyê bêûmîd û ordiya wî dijminantiya xwe ya bi Îslamê re eşkere dikin

Derbeker general Ebdulfettah Sîsiyê bêûmîd û ordiya wî dijminantiya xwe ya bi Îslamê re eşkere dikin. Sîsîyê zelîl niha dixwaze 2200 camiyan bide girtin.

Midûrê giştî yê wezareta weqfên Misrê Cemal Elî Yûnûs di xeberdana xwe de beyan kir ku protestovan pey nimêja înan, ji van camiyan dest bi protestoyan dikin. Ji lew qirar hatiye dayîn ku kilîd li derên 2200 camîyan bên xistin. Ji bo ku rê li ber civîn û protestoyên dijberê derbeyê bê girtin ew ê van camî bên girtin. Gava ku rewş normal bibe, mesele biqedin ew ê dîsa bên vekirin.

Li aliyê din rayedarên karên dîn beyan kirin ku berî niha ordiyê gelek camî şewitandibûn û şêlandibûn. Niha jî dixwazin pirê camiyan kilîd li derê wan xin. Camiyên dimînin qîma cemaetê nakin. (Bangaheq)