Di programê de li ser teslîmiyet û micadela hz. Îbrahîm hat xeberdan.
 
  Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Serekê Cemiyeta Mustezefan ya şaxa Bûrsayê Îsa Guvendîk xeber da. Li ser teslîmiyeta hz. Îbrahîm sekinî. Îsa Guvendîk wiha got: “Em teslîmiyeta ji Xwedê re, di heyata hz. Îbrahîm de dibînin. Eger yek wê behsa teslîmiyetê bike, divê behsa Hz Îbrahîm bike, ji heyata wî nimûne bide.”
Dûre îlahî hatin gotin. Îlahîyatvan Mela Mahmût Aytekîn jî behsa micadela hz Îbrahîm kir. Pey sînevîzyonê, bername bi duayê qediya.(Bangaheq)