Huda Parê di nirxandina rojevê ya hefteyî de, li ser hinek mijarên girîng sekinî. Beyanata partiyê ji aliyê sekreter û berdevkê partiyê Mehmet Yavûz ve hat diyarkirin.

Mehmet Yavûz wiha beyan kir: “Bûyerên dawîn eşkere kir ku ji bo gihaştina armancên siyasî, emniyet û yargiyû daraz, wek sîleh hatine bikaranîn. Ku mehkeme weka bi fermanê tehliye bikin yan qirara girtinê bidin, hema tewreke weha nîşan bidin, tê wê me’neyê ku li welêt edalet tune ye. Wê ev ê niqaşa navbera hikûmet û grûba Gulenê de, ji bo eşkerebûn û paqijiya rêxistinên paralel yên di nav emniyet û yargi û siyasetê de, encamên bixêr bin. Di operasyonan de, ger hebin divê dûvên derveyê jî bên deşîfrekirin.”

Di dewama xeberdanê de wiha hat gotin: “Ji berê de li vî welatî camîaya îslamê, ji ber xebatên xwe yên însanî û îslamî, marûzî zulma ewlehî û darazê bûne, pêşîn sûcdar hatine qebûlkirin, te’de û neheqiyên giran dîtine. Em dibêjin divê berî her tiştî edalet bibe hikumdar, edalet ji tiştekî re nabe qurban. Divê rêkûpêkkirinên acîl yên ku wê yargiyê bêteref bike û têxe bin garantiyê, wê hakiman ji îdeolojî û fikrên wan yên siyasî berî bike da qirarên serbixwe bidin bên kirin. Hakimên ku bêterefiya xwe winda kiribin û li gorî dîn û îdeolojî û stastuya sosyalê însanan mehkeme dikin û qiraran didin, ji wezîfeyê bên avêtin û zirarên ku dabin însanan bên tezmînkirin.

Dosyayên însanên hatine mexdûrkirin, ji nû ve bên dîtin. Tiştê esil, bi tevahî menfîet û silamet û hizûr û aşîtiya millet e. Partiyên siyasî, sazî û daîreyên qamûyê di serî de, divê civak ji kesên ku dizî û gendeliyê dikin bê paqijkirin.”  

Mehmet Yavûz li ser xebatên hilbijartinê îfade kir ku bi parola û distûra “Şaredarvaniya durust, xizmeta rast” dimeşin. Di hilbijartinan de, bi prensîba ku meriv emanetê bide pisporê wê tevdigerin. Bi qadroyên xwe yên durust, xweşexlaq, pisporê karên xwe, derewan nakin, wê meqamên xwe fedayî menfîetên şexsî nekin, talibê xizmeta xelkê ne.

Yavûz bal kişand ser cezakirina ciwanên Klûba Ciwaniyê ya Bîlgeyê jî. Beyan kir ku ji ber ku afîşên mewlûda pêxember, li zanîngeha Dîcleyê belavkiribûn, marûzî êrîşên grûbên Pkkyî bûbûn, hatibûn kêrkirin û giran birîndar bûbûn.

Digel van zulm û zordestiyan jî, mehkeme li 5 xwendekaran ceza dibire, manîdar e. Her wiha êrîşên çeteyên kûr û qirêj yên li kesên dîndar û teşkîlatên Huda Parê, ew ê ezma mensûbên Huda Parê qewîtir bike.

Mislumanên ku di derd û ğeyreta bilindkirina miqeddesatên Îslamî de ne, ji mêj ve heta niha ji aliyekî marûzî te’de û zulmên dewleta laîk, kemalîst û zihniyeta tektîpxwaziyê bûne, ji aliyê din ve jî, bûne hedefên tezyîk û taktîka tunekirina Pkkê.

Ji alîyekî ve, êrîşên şebekeyên Pkkê yên bi dar û kevir û molotof û bombeyan, ji aliyekî ve jî operasyonên dewletê yên tehkîr û buxtanê, xelkê misluman perîşan kiriye.

Li ser doza 28ê Sibatê jî hat îfadekirin ku mexdûrên derbeya 28ê Sibatê, hê di hefsan de ne, lê bersûcên doza 28ê Sibatê hemî tên berdan.

Ev jî nîşan dide ku hê derbeya han dewam dike. Divê mexdûrên derbeya 28ê Sibatê, bigihêjin heqê xwe û zirarên wan bên îadekirin. Mezlûm û mexdûrên derbeya 28ê Sibatê yên di hepsan de, bên guhdarîkirin û zulma li wan bê qedandi (Bangaheq)