Em hêjî li hewşa mizgeftê ne. Lê belê roj li ber ava ye. Wer xuya ye ku em ê nimêja xwe ya mexrîbê jî bikin. Piştre em ê berê xwe bidin malê. Ez bala xwe didim apê Huseynî wexta ku behsa jiyana berê dike hinekî dilzîz dibe.

Apê Huseynî:

-Ji tov û toximê bostan û zeviyên me bigrin heta bi havênê xelkê me lîstin...

Û apê Huseynî, bi dilekî şewat li hevdû hûnand:

Lîstin bi tov û toximê bostan

Xêr û bereketa keda destan

Kirin bê esl û bê rûmet însan

Wey xwelî li serê me bira!

 

Kanî ew dewra nanê genimî

Hizûr nema ye malbat hedimî

Bawerî qels bû civak herimî

Wey xwelî li serê me bira!

 

Piştî derket înternet û medya

Şevbihurik û civatên me qedya

Nema guh didin alim û seyda

Ev çi halê me ye lo bira!

 

Ka ew civak û civatên berê

Em li hev dicivyan ji bo xêrê

Her ji bo tewsiya heq û sebrê

Axîn tê ji dilê min lo bira!

 

Me li helal û heram dipirsî

Heba arvanê genim nanê tisî

Em nedibûn muhtacê tu kesî

Xweziya min li wan rojan bira!

...

-Wey sihhet xweş apê Huseynî, tu ji kezebê naliya...

-Berxê min! Ehlê kufrê pir xebitîn. Ne ku ez li hemberê teknolojiyê me. Lê belê wexta ku ev têlefonên desta nû derket in, ji bo xwendekarên mektebê qampanya yê peyam û axavtinê derdixistin. Min wê demê ji melayê mizgefta me re wiha gotibû: “ Seyda, ez dibêjim ev qampanyayê hanê ji bo bişaftina xort û ciwanên me ne... min hêj gotinên xwe neqedandibû, peyva min li ser zimanê min bû, yekî ji cimaeta mizgeftê; Silêmanê Hecî Ahmed, ji xwe tu nas dike. Got: Sofî Huseyn, ev hûn sofîk çima wiha bi guman li tiştî dinêrin lo? Min jî li ser nasnameya kurê xwe Cemalo ev qampanya cêkir. Em jî, jê fêde dibîn in. Ma hema çi dibe hûn dibê vanan hîleyên kufrê ne...

Piştî Ahmedê Hecî Silêmên wiha got, min gotinên xwe li wê derê qut kir. Lê min paşê, dîsa ji mela bi tenê re got. Min got: Seyda bi van qampanya dixwazin haremî û selamiyê ji nava qîz û xortên me rakin. Wê xort û ciwanên me bi vê qampanyayê fersenda bi hevre axavtin û peyam şandinê zêde bibîn. Seyda Xwedê jê râzî be ez mafdar dîdtim lê belê qey ji gundiya newêrî bû bes di weaz û xutbeyên xwe de qet qala vê telûkeyê ne kir.

Ma ne xuyaye ku îro xort û ciwanên me bi van têlefonan ji exlaq û manewiyatê dûr ketin. Erê heyran Beraqetê têlefon û înternetê bikarbînin. Lê divê alim û zanayên me fikhek û metodekê bide ber. Ma hema awa berdûberdanî nabe...

Xwendevanên hêja! Gelo hûn çi difikirim?

Apê Huseynî ne mafdar e divê mijarê de?

Hêj sohbeta min û Apê Huseynî gelek e. Bi xêr di nivîsa xwe ya pêş de Xwedê qaîl be, em ê berdewam bikin.

Bi xatirê we... (Hüseyin Amedî - Hürseda)