Ji Platforma Gaziya Bal Tesetturê ve TESÇAĞê Mehmet Dûyû, peyamek weşand û wiha got: “Halê karkerên ku di facîaya madenê ya li Somayê de can dane, kezeba me dişewitîne. Em temennî dikin ku di hedîseyê de îhmalkarî tune be.
Divê dewlet wezîfa xwe pêk bîne, ger hebin kesên sûcdar bi qasî heq kiribin bide cezakirin. Xweda rehma xwe li birayên me yên ku di facîayê de can dane bike û sebr û tehemmulê bide malbat û merivên wan û hemî xelkê me û şîfa bide birîndaran. Rebbê ‘alemê careke din hedîseyên wiha dilsoj nîşanî vî xelkî nede.”
Li ser navê 33 saziyên civaka sivîl yên Ewrûpayê jî Weqfa Seîdê Nûrsî ya Baselê, mesaja teziyeyê weşand û ji hemî komel û weqf û camiyên bira xwest ku di vî warî de hessas bin û dua û nimêja cenazeyê ya ğiyabî bikin. Di mesajê de wiha hat gotin:
Em mislumanên ku li Ewrûpayê dijîn, me bi xemgîniyeke mezin vê facîaya li Somayê bihîstiye. Êşa karkerên ku ji bo debar û rizqê xwe dixebitin dilê me şewitandiye. Em ji Xwedayê Teala dixwazin ku rehma xwe li birayên me yên ku di vê hedîseyê de can dane bike û sebr û tehemmulê bide malbat û meriv wan.
Em sersaxiyên xwe ji xelkê Somayê re dişînin. Her wiha ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazin. Em dixwazin ku rayedar tedbîran bigrin da ku careke din hedîseyên wiha neqewimin û dixwazin mijar zû bi zû bê zelalkirin.”
BANGAHEQ



