Di heqê girtina ser sefaretxaneya Tirkiyê ya Mûsilê ya ji teref DÎŞIyê ve de wiha got:
“Di şeva hedîseyê de, min bi telefonî bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re xeber da. Li ber îhtîmala êrîşeke li sefaretxaneyê, ji me alîkarî xwest. Me mesaja alîkariyê ji sefîr re şand, lê sefîr ji ber nexwest ku bûyer mezin bibe, vê alîkariyê qebûl nekir.”
Nêçîrvan Barzanî weha dewam kir:
“Ji ber polîtîkayên çewt ên Beğdayê, ev hedîse qewimîn. Du sal berê gava li Ramadiyê protesto dest pê kirin, eger hewla çareserkirineke siyasî hatiba dayîn, hedîse ewqas gûr nedibûn. Divê hemû aliyên etnîk û dînî, xwe weke ûnsûreke Iraqê bibînin. Eger ev pêk neyê, ew ê hedîse dewam bikin.”
BANGAHEQ



