Barzanî wiha axivî: "Em rêxistinên terorê û çalakiyên terorî, ji daxwazên meşrû û adil ên birayên xwe yên sunî bi temamî cuda dibînin. Em vana tevî hev nakin. Em li Iraqê li hember şerekî mezhebî ne. Siyaseta em dikin hem ji bo suniyan hem jî ji bo şiiyan roleke bi xêr digre ser milên xwe."

  Barzanî got ku dixwazin di navbera şiî û kurdan de fitneyê derxînin û wiha axivî: "Dixwazin fitneyeke ku wê ji bo her du aliyan jî bibe sedema gelek tiştên nebaş, derxînin. Em tifaqa kurd û şiiyan biqîmetir dibînin.”

 BANGAHEQ