Li Edenê saziyên sivîl li ber sefarextaneya Emrîkayê ya li Yureğîra navçeya merkezê, bi beyanata medyayî wehşet û qetlîamên Îsraîla siyonîst telîn kir.
Li Enqerê endamên Memûr Senê li ber koşka balyozxaneya Îsraîlê, êrîşên wehşiyane yên li ser Ğezzeyê protesto kir.
Li Gumuşhaneyê 34 saziyên sivîl wehşet û êrîşên Îsraîla rejîma terorê şermezar kir û bi hev re ji bo xelkê Filistîne dua kirin.
Li Sînopê saziyên wek ÎHH, Memûr Sen, Komela Îmam Xetîban ya Sînopê bi beyanateke medyayî êrîşên Îsraîla siyonîst yên li ser Ğezzeyê telîn kir.
Li Tokatê pey nimêja terawîhan, ji bo qurban û şehîdên Ğezzeyê nimêja cenazeyê ya ğiyabî kir û li terorê Îsraîlê le’net barandin.
Li Eskîşehîrê jinên ku wehşeta siyonîzmê protesto kir, bi xwendina Quranê ji Ğezzeyê re dua kirin.
Li Stenbolê muxtelîf saziyên sivîl li ber sefaretxaneya Îsraîlê ya Stenbolê civiyan û wehşeta siyonîst telîn kirin, destek dan Ğezzeyê.
Li Mêrdînê ji bo Ğezzeyê ji bo 3 rojan bi 3 saetan kirina duayê hat destpêkirin.
Her wiha li Mûş, Sîwas, Yalova, Zonguldak, Gîresûn, Riha, Ûşak, Denîzlî, Karaman û Nîzîba Intabê, saziyên sivîl bi beyanata medyayî zulm û qetlîamên rejîma terorê telîn kirin, ji bo şehîdan nimêja cenazeyê ya ğiyabî kirin. (Hürseda Haber)



