Di 28ê Kanûna 2011ê de teyarên herbê yên leşkeriya Tirkiyê, li ser sînorê Herêma Kurdistanê operasyonek li dar xistibû û di encama qetlîamê de ji gundên Roboskî û Bêjûhê, 34 gundîyan can dabûn. Piştî hedîseyê serokwezîrtiyê qirar dabû ku li merivên kesên qetilkirî, 182 hezar lîra tezmînat bê dayîn. Lê belê malbatan ev tezmînat qebûl nekiribû.

Tezmînata ku malbatan red kiribû, îadeyî hesabû serokwezîrtiyê bû. Îadeya tezmînatê bi nivîsa Wezareta Edaletê ya ku ji mehkema Qanûna Esasî re şandibû derket holê.

Wezareta Edaletê ji bo hedîseya Roboskîyê, der barê muracata ferdî ya ku li Mehkema Qanûna Esasî hatiye kirin de fikra xwe pêşkêş kir, bal kişand ser nivîsa Walîtiya Şernexê ya di 9ê Kanûna Paşî ya 2015an de ji wan re hatiye şandin. (Hürseda Haber)