Bernameya mewlûdê bi destê Weqfa Rûbayê şaxa Kirklareliyê hat lidarxistin. Bernameyê piştî nimêja nîvro bi xwendina Qurana Pîroz ve dest pê kir. Piştî mewlûdxwendinê diayê xitmê hat kirin.
Ji rêvebirên weqfê Abdulhamît Oruç di bernameyê de axivî û got ku Xwedê rihma xwe li Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî bike û ew wî bi minet bi bîr tînin.
Oruç destnîşan kir, ew temennî dikin ku her kes berhemên Bedîuzzeman bixwînin û got ku Xwedê diayên ku hatin kirin, qebûl bike.
Miftiyê Kirklareliyê Îsmaîl Bayrak, rêvebir û endamên weqfê û welatî beşdarî bernameya mewlûdê bûn. (AA)



