Banqeya Zexîreya Rehmetê ya ku li navçeya Qoserê kar û barên xwe birêve dibe alîkarê malbatên feqîr kir. Hat ragihandin ku ev alîkarî li malbatên feqîr a ku di nava wan de Sûrîyeyî jî hebûn bitevahî li 161 malbatî hat kirin.

Banqeya Zexîreya Rehmetê, bi alîkarîyên xwe yên ku li malbatên feqîr ve tê nas kirin. Banqeya Zexîreya Rehmetê falîyetên xwe yên meha cotmeh û mijdarê daxuyand. Malbatên ku di nav wan de Sûriyeyî jî hebûn bi tevahî li 87 malbatan alîkariya zexîrê, li 25 malbatan alîkarîya kincan, li 49 malbatan jî alîkarîya pêlavan bi tevahî li 161 malbatan bi qîmeta 6 hezar 330 TL  alîkarî hat kirin.

Serokê komelê Mehmet Şîrîn Oz di derbarê xebatên xwe de zanyarî da. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Di nav 2 mehan de xêrxwazên ku alîkarîyên xwe bexşandibûn me li malbatên ku di nava  wan de Sûryeyî jî hebûn bi tevahî li 87 malbatan alîkariya zexîrê, li 25 malbatan alîkarîya kincan, li 49 malbatan jî alîkarîya pêlavan bi tevahî li 161 malbatan bi qîmeta 6 hezar 330 TL  alîkarî hat kirin.

Oz, ji xêrxwazan re teşekûr kir dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji  roja  avakirina vê komelê heta îro ev alîkarîyên ku em li feqîran belav dikin bi wesîleya xêrxwazan in.”(ÎLKHA)

 

> <