Li Qeyserî di bergeha Saziya Paralelê de operasyon hat lidar xistin. Di encama vê operasyonê de Serokê Saziya Rêvebirê ya Boydak Holdîngê Haci Boydak û Endamê Saziya Rêvebirê Memduh Boydak ji teref dadgehê ve hatin girtin.
Ji ber idîayên ku piştgiriya aborî dide Saziya Paralelê di derbarê 4 rêvebirên holdîngê de lêpirsîn destpê kiribû û ev 4 kes hatibûn binçav kirin. Dûvre li holdîngê û li malê van 4 kesan lêgerîn hatibû kirin. Piştî ku rêvebirên holdîngê sewqê dadgehê kirin hat ragihandin ku Serokê Saziya Rêvebirê ya Boydak Holdîngê Haci Boydak û Endamê Saziya Rêvebirê Memduh Boydak ji teref dadgehê ve hatine girtin. (ÎLKHA)



