Her weke ku tê zanîn di 9ê Adara 2016an de  di Rojnameya Ozgur Gundemê de karîkatura ku ji teref Xelîl Încesu ve hatibû xezkirin  hatibû weşandin ku di wê karîkaturê de heqaret li Hz. Muhammed hatibû kirin.Ji ber vê yekê STKyên Îslamî yên Diyarbekirê  daxuyaniya çapemeneniyê ya girseyî li dar xistin.Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku hat lidarxistin de hat diyarkirin şûna wê kovara Charlîe Hebdoya Fransiziyan a ku dijminê Pêxember û dînê li Tirkiyê rojnameya Ozgur Gundemê girtiye.

 “Şûna Charlîe Hebdo Ozgur Gundem,  şûna Renald Luîzer jî Xelîl Încesu girtiye”

Di daxuyaniya ku li ber Plazaya ACZê hat dayîn de hat ragihandin  ev êrîşa ku hatiye kirin ne yê ewil e û wiha pê de hat çûyîn: “Her weke tê zanîn sala borî zewacan di emrê biçûk de ji xwe re xistibûn bihane û heqaretî pêxemberê me kiribûn. Dîsa her weke ku ew ê bê bîran ev zihniyet li Silopî, Cizîr û Diyarbekirê çarşef li pîrekan kiribû û qaşo wan pîrekên bi tesettûr weke ku esîr û kole ne nîşan dabû. Ev yek jî dilên wan rihet nekiribû ku li Wanê  pankarta ku li serê nivîsa ku ‘Em ne emanet in , em jin in ‘ hatibû nivîsandin daleqandibûn û dîsa hadîsa Hz. Muhammed ya ‘Jin ji we re emanetên Xwedê ne ‘ hedef girtibûn. Her wiha ne hedd ne jî hisaba fikr û hereketên wan yên bê exlaq tune ye.”

 “Her tim yên ku bi serketine û muzaffer bûne Huseyîn, Selahaddîn û Saîd in”

Di berdewama daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ew wek mislimanan mecbûr in ku li ber wan êrîşên ku li nirxên Îslamî û Pêxember tên kirin rabin li ser pêyan û wiha pê de hat çûyîn: “Kî be ferq nake kesê ku di bin navên cuda de êrîşî  Îslamê û nirxên me yên nasnamê dike ne masûm û bê sûc e. Di dîrokê de ne hatiye dîtin kesên ku êrîşî Îslamê û nirxên Îslamê kirine bi serketine. Her tim yên ku bi serketine û muzaffer bûne Huseyîn, Selahaddîn û Saîd in. Ey dijminên Îslamê yên dewra me!Hûn ê jî di van heqaret û êrîşan de muzaffer nebin.Ew ê ev dinyaya we tarûmar û ew ê axreta we jî bibe xûsran.Ji ber vê yekê heger hûn başiya dixwazin dev ji vê dijmintiya xwe berdin.”

“Hûn zen nekin ku em ê serê xwe li ber we bitewînin”

Di berdewama daxuyaniya ku hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “Heger em bi hezaran carî jî bibin mezlûm jî em ê tu car nebin zalim.Her wiha zen nekin dema ku we derbek li me da em ê serê xwe li ber we bitewînin.Lewra em zahidên Xirîstiyanan nînin. Em ne warîsên Kabîl in yên  Habîl in.Em ne taqîbkerên Yezîd in yên Huseyn in.Hemd ji Xwedê re ku em ji wan mislimanên ku xwedî li dînê xwe derkevin in.

Di dawiya daxuyaniya ku hatiye dayîn de bang li xelkê Misliman hat kirin da ku Ozgur Gundem û weşanên mîna wê yên ku tinazên xwe bi bawerîya mislimanan dikin boykot bikin û wiha dawî li daxuyaniyê hat dayîn: “Bi vê wesîlê em wî Xelîl Încesuyê ku di rojnameya Ozgur Gundemê de heqaretî  Pêxemberê me Hz. Muhammed kiriye cardin telîn dikin.”(ÎLKHA)