Ji ber minasebeta salvegera duyemîn a wefata Seydayê Muhammed Sudan  Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş peyameke nivîskî weşand.

Di peyama ku ji teref Buroya Çapemeniyê ya Cemeta Hîzbullah ve ji sazîyên çapemeniyê re hatiye şandin de qala xizmetên Îslamî yên ku Seydayê Muhammed Sudan kiriye hat kirin û hat diyarkirin temamên  wesfên xweşik ên wî dikarin bên mînak standin û ji ber vê yekê ew ê bi xêr bê yadkirin.

“Xweda her besî me ye , Ew xweş wekîl e”

Peyama ku hatiye weşandin bi ayeta 173emîn a Sureya Al-î Îmranê wiha dest pê kir :“Ew ên ku mirovan ji wan re gotin ’Xelk ji bona êrîşa li ser we li hev kom bûne, naxwe  ji wan bitirsin!’Îcar vê gotinê îmana wan zêdetir kir û gotin ‘Xwedê her besî me ye, ew çi xweş wekîl e.’ û dûvre wiha li peyamê hat zêdekirin:

“Ev bû du sal ku tu çûyî ebediyetê ku inşallah Xweda ji te razî û tu jî ji Rebbê xwe razî yî.Dibe ku du sal ne wexteke dirêj be, lê ev wextê ku bêyî te derbas bû ji me re gelekî zêde hat,  ji me hemûyan re kêmasiya te da hîskirin. Ey însanê xweş! Me hewl da wesfên te di nava ayet û hedîsan de bigerin da ku wesfên tê ew ayet û hedîs ji me re bibêjin lê dema ku me vê yekê difikirî em di her ayet û hedîsekî de bûn şahidên xweşiyên te.Em bawer dikin ku exlaqê te jî mîna exlaqê Resûlê Xweda exlaqê Qur’anê bû.Lewra te her tim Wî ji xwe re mînak standibû.”

 “Di bin şert û mercên herî giran û dijwar de jî em hemû ji mutevekkîlbûna te re bûn şahid”

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîp Gumuş  balan kişande li ser xebatên ku Seydayê Muhammed Sudan ji bona îstîkbala ciwanan kiriye û wiha li pê de çû: “ Îro dema ku em xortan di nava buhran û  kêmasiya manewiyatê de û her wiha di nava can kişandinê de dibînin em çêtir wan hewldanên te yên ku te ji bona xortan hewl didayî da ku xort bibin mudawîmên mizgeftan û di wan de Qur’an û Sunnetê tedrisat bikin ku te ji bona vê yekê jî bi şev û rojan dixebitî; ku em van hewldanên re îro çêtir fêm dikin.Em şahid in ku te çawa ayeta ‘Xweda besî me ye , Ew xweş wekîl e’ ji xwe re kiribû dûstur û em şahid in te di bin şert û mercên herî giran de bi çi awayî mutewekkîl bûyî.Kesên ku tê nas dikin û te dizanin miheqeq ji vê re şahid in.”

 “Ew ê ew wesfên te yên xweş bi temametî ji bona me û birayên me yên ciwan bibin mînak û em ê hemû her tim te bi xêr yad bikin”

Gumuş, bi bîr anî ku Seydayê Muhammed Sudan dozvanek bû û lîbasa taqwayê li xwe kiribû.Gumuş dûvre wiha dawî li peyamê anî: “Heger ku pêwîst be em wesfên te bînin ziman divê em temamê Qur’anê û temamên hedîsan serd bikin.Tu dozvanek bû yî ku him aşiqê Qur’anê bû yî him  girêdayê sunnetê bû yî û him jî lîbasa taqwayê li ser xwe girtibûyî. Ew ê ew wesfên te yên xweşik bi temametî ji bona me û birayên me yên ciwan re bibin mînak û em ê hemû her tim te bi xêr yad bikin.Xweda Teala pê û dilên me bi bereketa te û rêberê ezîz û bi bereketa tamamê şehîdan li ser dîn û doza xwe sabît bigire.” (ÎLKHA)