Li gor nûçeya ajansa Belgeya Belçîkayê, Maxime Azadiyê Midûrê ANFê roja pênşemê li Brukselê di kontroleke 'rutîn' de hat binçavkirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku Azadî derxistin dadgehê û roja înê jî ku der heqê wî da 'lêkolîn' bê kirin, girtin. 

Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê ji bo ku Maxime Azadî bê girtin serî li Înterpolê xistibû û ev demeke dirêj bû Înterpol li wî digeriya.

Parêzerê Azadî ji bo serbest berdana wî serî dadgehê xist û îtiraz kir.  

Hat ragihandin ku dadgeh wê roja înê biryarekê bide. (AA)