Fîkret Bayram zêdetirî 14 sal e ku di hepsan de ye. Wicûda wî ji sedî 92 nalebite. Di hepsan de bi serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne. Digel van tiştan jî berî niha hatibû sirgûnkirin. Ji bo berdana wî kampanyaya îmzeyê hatibû rastkirin. Lê belê li Tirkiyê, qanûn û heq û hiqûq ne ji bo kesên musluman e. Mensûbên çete û rêxistinan, endamê ergenekon û diz û xerabiyan, dikarin ji hiqûq û qanûnê sûd wergirin, îstîfade bikin, lê kesên musluman nikarin bikin. Serekcimhûrê kevn Nejdet Sezer kesên çepgîr û endamên orgutan berdabûn. Ebdullah Gul jî berdan. Lê mehkûm dîndar be, ne Ebdullah Gul dibîne ne hikûmet dibîne û ne jî Erdoğan dibîne. Lewra kesên dîndar, tu zirarê nadin rewşa aştiyê û nabin sebebê şer û kuştinan jî. Hem mezinên dewletê mehkûmên dîndar yên seqet û nexweş berdin, wê peyvê bînin ser xwe. Ji ber vê yekê ne hewceyê berdanê ne.

Tiba edlî jî bi vî awayî dixebite. Raporên kesên dîndar dernakevin. Lê ji mehkûmên Ergenekon û derbekar û diz û dijminê namûs û ğîretê re, ji saziya tiba edlî derhal rapor derdikeve. Fîkret Bayram di 28ê Kanûnê de li Stenbolê, li tiba edlî mûayene bûbû, lê mixabin rapora wî hê derneketiye. Lewra heq û hiqûq ne ji bo kesên dîndar in. Gelo li axretê wê hesabê Fîkret Bayram û mehkûmên dîndar, ji serekcimhûr û serekwezîr neyê pirsîn? (Bangaheq)