Cemiyeta Mustezefan a şaxa Çoligê, bi munasebeta salvegera wefata Ustad Bedîuzzeman, panelekê li dar xist. Di panelê de hat beyankirin ku, naskirina aliman muhîm e û ustad di seha îman û marîfetê de dewrek vekiriye.

Panel bi pêşkêşvaniya Îbrahîm Dağilma ve hat lidarxistin. Bername ji zarê Şefîk Boruyê ve, bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre mensûbê saziya îdara Huda Parê Mela Ebdulsamet Yalçin li ser qîmet û ehemmiyeta alimên ummetê sekinî. Divê mumin li pey alimên Îslamê bin.

Dûre nivîskar û lêkolîner Ozkan Yaman xeber da ku, Ustad Bedîuzzeman bi qederê saetekê nayê behskirin û naskirin. Niha li seranserê dinyayê di hemî unîversîteyan de, ji bo Bedîuzzeman kursî hatine avakirin. Li ser jîn û fikr û mucadela Bedîuzzeman, sempozyûm û panel tên lidarxistin. (bangaheq)