Sersewcîtiya Enqerê di heqê mirina Turgut Ozalê serekcimhûrê 8an de, lêpirsîn û lêkolînê dimeşîne. Di zabitnameyên vepirsînên bersûcan de, tesbîta ku Ozal bi jehrê hatiye kuştin eşkere bû. Sewcîtiyê di vê çarçovê de gelek kesên biguman vepirsîne.

Sewcî Kemal Çetîn, di rojên borî de talîmat dabû sersewcîtiya Stenbolê da ku, bersûcê doza Ergenekonê Tuğgeneralê teqawîd Levent Ersoz, bi wesfê kesê biguman, di mesela mirina Turgut Ozal de îfade bide.

Di zabitnameya îfadeyê ya ku ji teref sewcîtiyê ve hatiye amadekirin de tê gotin ku, bi gumanên mezin serekcimhûrê 8an Turgut Ozal bi cînayeta şebekeyî bi jehrê hatiye kuştin. Her wiha hat îfadekirin ku, piştî mirina wî tavil otopsî nehatiye kirin, ji lew gumanê dibin ser Ergenekonê. (Bangaheq)