Di beyana sewcîtiyê de wiha hat gotin “3 roj beriya êrîşê, di 8ê Gulana 2013an de, saet di 16an de, îxbar digihêje midûriya emniyeta Hatayê. Îxbar di çarçova maddeya 10an ya qanûna dijberî terorê de gihaye sewcîtiyê. Li ser îxbarê, hemî qirarên mehkemê û talîmat û destûrên hewce hatine dayînî emniyetê.”

Li aliyê din hat îfadekirin ku gûmanbarekî êrîşê yê di bin çavan de, li mehkemê hatiye berdan. (Bangaheq)