Li ser hadîseya bombeyî gelek kes hatin girtin. Vê paşîn 4 kesê din hatin girtin. Di nav wan de Nasir Eskiocakê ku tê îddîakirin êrîşê plan û organîze kiriye jî heye. Hat îddîa kirin ku, Nasir Eskiocak gava dixwaze di nêzî gundê Guveççiyê re derbasî hêla Sûriyê bibe, di operasyona polîs û eskeriyê de tê girtin. Eskiocak li xwe mikurî û behsa rastkirina êrîşê kir. Da zanîn ku emiran ji Yûsûf Nazikê li Sûriyê distîne.
Nasir Eskiocak û her sê kesên din, piştî îfade dan mehkemê, bi qirara mehkemê hatin girtin (Bangaheq)



