Erdoğan, di mitîngê de ji bo medya navdewletî go: “Berê bixwestina kî bikin îqtîdar dikaribûn bikin û bixwestana kî ji îqtîdarê daxînin dikaribûn daxînin. Lê vêga tev weke rûpelên tûrnosol eşkere bûn û derketin holê.”

Erdoğan beyan kir ku îhtîlalên hatine kirin li hember gel hatine kirin û go: “28ê Sibatê beriya Erbakanê merhûm li gel kirin. Gel sebir kir û di hilbijartina de hesabê vê yekê pirsî.”

Erdoğan di derbarê çalakiyên Parka Geziyê de jî go: “Komên ku min bi wan re xeberda, ji min re dibêjin em li kû derê bixwazin divê em karibin li wê derê mîtîngan lidarxin. Lê ey yek ne pêkan e. Vê dewletê dewleta hiqûqê ye. Kû derê nîşanê te bidin tê li wê derê mîtînga xwe bikî. Do min go; parka geziyê valakin û bi park hat paqijkirin. Ev wezîfa min a serekwezîrtiyê ye.”

Erdoğan di dewama beyanatê xwe de li ser birîndaran sekinî û go: "Dibe ku şaşî hatibin kirin. Dibe ku wêneyên em teswîp nakin derketibin holê.”

Erdoğan parlementerên CHPê jî rexne kir û go: “Dîroka van kesan ev e. Lewra vana dema ji sindoqê netîce nastînin dibên qey dê ji van tiştan netîce bistînin.” BANGAHEQ