Sadûllah Ergîn wiha got: “Divê di vê pêvajoya çareseriyê ya ku ji bo Tirkiyê pir girîng e de, tewr û helwestên mesûltir bên nîşandan. Ez rast nabînim ku bi hîsabên basît mesaj û peyamên cûda bên dayîn. Em tev pêvajoya 2011 û 2012an bi bîr tînin. Ew xeberên ku dibên pêvajoya çareseriyê bila biqede, diqede tên çi me’neyê? Ger biqede, ew ê qandîl çi qezenc bike? Ew ê xelkê herêmê û Tirkiye çi qezenc bikin?”
Ergîn da zanîn ku di mijara heyetên ku wê biçin Îmraliyê de, pirsgirêk hatine halkirin. Wezîr wiha got: “Tiştê girîng ew e ku di teqwîma hatiye dîtin de, gav bên avêtin. Ger pêşveçûn pêk bê, ez ciddî nabînim gotinên fîlankes çûye falankes çûye.”
Wezîrê edaletê ji bo ziyareta Barzanî jî wiha got: “Ez temennî dikim ku li pêvajoya çareseriyê, tesîreke erênî bike.” BANGAHEQ
Gaziya Sadûllah Ergîn
20.11.2013 11:59

Wezîrê karên edaletê Sadûllah Ergîn diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê de ji Qandîl û Bdpê tewr û helwesteke mesûltir hêvî dikin.


