Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, careke din Pyd ya dirêjiya Pkkê rexne kir. Mesûd Barzanî weha got: "Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), îdîa dike ku li Rojava şoreşê dike. Pydê li hemberê kê ev şoreş qezenc kiriye? Tiştên ku ji wan tê, tenê dikarin li ser cihên ku rejîmê teslîmê wan kirine, desthilatdar bin."
Barzanî di daxuyaniya nivîskî de PYDê weha rexne kir: "Rast e, der barê polîtîkayên PYDê de gelek rexneyên me çêbûn, lê em dixwazin ku PYD xîtabî hemû gelê kurd bike. Ger ku PYD bi serê xwe tevbigere, xêra wan ne ji wan re heye ne ji gelê kurd re heye. Ji ber vê yekê em dixwazin rastî bên diyarkirin ku haya gelê kurd ji wan çêbe. Endîşa me ew e ku em ji bo menfîetên birayên xwe yên Rojavayê, çareseriyê bibînin û nehêlin ku rewşa wan xerabtir bibe."
Barzanî peyva xwe weha dewam kir: “Di 11ê tîrmeha 2012an de di çarçoveya peymana Hewlêrê de, ji bo kurdên Sûriyeyê bi hev re tevbigerin, Konseya Bilind ya Kurdan hat damezrandin. Lê ez bi xemgîni dibêjim ku PYDê pêdiviyên wê peymanê, bi cî neanîn û hemû aliyan belav kir. Bi zordariya çekan û bi peymanên veşartî yên ku bi rejîmê re kiribûn, xwe wek hêza leşkerî îlan kir.”
Barzanî der barê îdîayên girtina Deriyê Pêşxaburê yê Sînor yê di navbera Sûriye û Iraqê de jî wiha axivî: “Ev îdîa ne rast e, derî ji bo alîkariyên mirovahî û çûnûhatinê re her dem vekiriye.” BANGAHEQ
Beyana Mesûd Barzanî
20.11.2013 12:06

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, careke din Pyd ya dirêjiya Pkkê rexne kir


