Di salan  1865 de hate Dinyé şéx Seîd.  Bavé wî Mahmut fewzî û kalé wî jî Şéx E’lî Septî  efendîye.

 

Şéx E’lî Xelîfé Şéx Xalidé  Beğdadîye.  Û  weke gelek şéx  û alimé Herémé Bi sedem dergaha şéx Xalidé Beğdadî ku qadiriye şéx  derbasî dergaha neqşîbendî dibe. Şéx E’lî bi eslé ji gündé çulsutunéye. Gündé  wî di nabéna navçeya Bismil û sawur deye. Şéx piştî ku mişwarekî li heréma nabéna Lice û hané dimîne,  diçe li gundekî paluyî bi navé Kelhasî bi cîh dibe. Şéx E’lî li véré dersa feqeha dibéje, xwendekaré  ilim dighîne. Îrşadé dike û di heréma xwe de dibe serokekî civakéyî ma’newî.

    

Zaré şéx E’lî di riya bavé xwe de bi ilmé îslaméYî ma’newî terbîya xwe dikemilînin. Hem dielimin ilim û hem jî bi ilmé xwe e’mel dikin. İlim mejîyé wan vedikin, e’mel dilé wan ronî dike. Ders û ta’lîma di medresande fikrû ramana bifikirin dide wan. Îrşada xelqé dibe sersebé ku di derheqé civaka xwe de kur bifikirin.

     

Bavé şéx seîd şéx Mehmut bi armanca îrşadé li gundekî Xiniséyî bi navé Kolhîsar diçe bi cîh dibe. Heft kuré Şéx Mehmut çédibin  şéx Se^d Kuré wî ye  herî mazine. Û şéx Seîd li medresé dielime ilmé Şerîeté, di 12 ilma distîne.  Li tekya ilmé jiyaneke tesewufî dijine û ev jiyan dibe sebebé cezb û coşa wî, ziravbuna fikru ramané wî, nerîna wî ye bi hîkmet û e’şk şewqa wî ye jibona dîn.  Û bi vî awayî tezkîya  qelbé xwe tesfîya dilé xwe bikar tîne.

 

Şéx Seîd heyata medresé jiyiniye, û di bin şewqa ilimde li alema dilé xwe nerîye; û bi vé alemé li Dinya kul é dinerî meşğul buye. Bi vî awayî ça’vé wî ye ma’newî vebuey û hemjî hedîse û buyeré deru dora xwe berya herkesî ferq kiriye…

    

Hem malbata şéx û hemjî hevalé wî ji alima dihatine meydané.  Birayé wî şéx Bahaddîn müftüyé Xinisébu.   Mamé wî şéx Hesen Müftüyé Palu bu. Piştre dibe mîdîré bajaroké Çan é.

Salih begé Xané hevalé wî Û murîdé wî bu. Salih beg ilmé E’rebî, ilmé dînî qenc  zanîbu û bi ğîreté xwe e’limîbu ilmé fennî. Bi zimané erebî Tirkî, Farisî û zazakî qenc dizanî. Û hinekî biz imané fransawî, ingilîzî û ermenî dizanî. Dema ziya Gökkalb li amedé bu Salih beg bi wî re hevdîtin dikir û duxest xeta wî bughere. Heta di derheq ramané wî de dem dem ew dilomand. Ji çapemenîya enqeré û îstanbulé xeberdar bu.  Kovareke îslamîyî bi navé  Sebîlurreşadî ku  Mehmet aqîf û hinek hevalé wî derdixist  duxend, dişopand û ji rojeva alim û  û rewşenbiré İstanbul û Türkî  ku guhartin çawa didîtin  dielimî…

 

    

Sal 1924… piştî mehan qasimé,   Xeberén ji enqeré dihatin qet neqencbun. Lewra medrese hatin girtin. Wezareta şerî û weqfa hatine hilanîn. Gelek nivîskaré bé dÎn û îman zülmü heqaret di rojnamade li îslamé li péxemberé îslamé li Qur’ané dikirin.  Şéx Seîd hinek rîsale didîtin. Mînak   rîsala Abdullah cewdetî ku digot “ Musa dema meğrur bu, îsa meşhur bu, Muhemmed emînbu heryekî ji wan dînek derxistin. Ma qey ev reben nikare dînekî derîne.” Ev peyv û gotiné Küfrî şéx seîd û hevalé wî gelek gelek aciz dikir. Nivîskarekî ji Îzmîr bi navé Kiliçzade hakkı bi sedem zimané xwe diréjî fexré kaînat kiribu ceza girtibu, Û dadgeha temyîzé ev cezayé wî xira kiribu. Heta Yargitayé ew berat kiribu. Meşîhata Îslamî bibu cihé pîyano, hetanî sibeha li ber kemané kéf û şahî dihatine kirin. Wekîlé millet bibune fermezun.  Şéx dema ev buyerén bi şewat didît mehzun dibu, diqaherî.

    

Di wé  demé de di derheqé van buyera de şéx bi burayé  xwe  mîralay Xalit begé cibranîre jî dabu sitendina fikra dikir. Xalit Beg piştî Herbîyé xilas dike li hember Ermenî û Rusa zafernî herî bi rewş qezenc kiribu. Ji her héLéde qumandarekî mazinbu. Di hemgama li erzormé Qumandaré Garnîzoné buyî, Bi wekîlé Bitlîsé Yusuf Zîya Beg Réxistinek (örgütek) azadiyé ava kiribu. Türkîjî guhartina piştî Lozanéyî ku berdewam dikir di ser Yusuf Zîya beg de roj bi roj dişopand.  Baş dizanî ku proja Cumhurîyetéyî kul i ser şerîeta Îslam û gelé Kurd dihate tecrube kirin wé dawînga wé bighéje kuderé.

      

Péşketiné Enqeré, ji  bîrdozé (îdeolojî)  Prefesoré  Kemalîst Neşat Çağatay ; Di kîtaboka xwe ye bi navé “ Li Türkî aqimén paşveru” wuha tîne ziman. “ Tarîxa salan 1923 ji cîhet gelén türkve salek bi  qîymete. Di vé tarîxénde îdara monarşîk hate hilanîn û rejima cumhurîyeté li şuna wé bikar hate anîn.  Hezar sale girédana bi îslamére hate terk kirin û kültüra ğerbé li şuna wé hate ecibandin. Ev millet ji kevneşopîyén hezar salî xwe dawişand û riyek jiyanéyî nikî nu ji xwe re hilbijartin ku evjî di tarîxa tu gela de tuneye.

 

Li lozané di ser îslamé de tarîfa türkîtîyé   hatiye kirin. Gotiné yén Müslüman Türk û yén hindikjî ğeyrî  Müslim hatiye danîn. Piştî lozané jibo tîpek însan bit ebé bighînin wé bixebitiyana. Îdî ji müslümané Türkre bigotana Dîné xwe ji bîr bike û ji müslümané Kürdre jî bigotana hem dîné xwe û hemjî kürdîtîya xwe ji bîr bike û were tékeve hundir şablona me. Evéna ne müslümané Kürd û ne jî müslümané Kürd dikarîbu qebul bikra.

 

Dewrimé Laik hé li heréma Amedé neketibu heyata pratîk. Lé belé tevgera Hükümetéyî li hember şer’a Muhemmedî xwe dabu xuyanîn. Şéx Se^d û hevalé xwe li hember vî halî gelek mehzun û xemgîn bibun. Û di vî warîde zanîné xwe bi xelqé xwe re pa’r dikirin.

 

Şéx Seîd, temsîlcîyé medresa Şex xalidî ku Medrese, tekke û Mîrîtîyî bi hev girédayé. Ew jî weke şéx Ubeydullah ne mîr Bu, bes hissé mesulîyeté wî ji gel kiribu mîré ma’newî û Dunyewî.

 

Li meydané Xirabîyek hebu, munkeratek hebu. Şéx Seîd  li hember vé xirabîyé nikarîbu ça’vé  xwe bigirta, nikarîbu desté xwe giréda, nikarîbu li hember vé xirabiyé hirî téxista guhé xwe. Nikarîbu his û Ramana xwe veşarta. Nikarîbu derketa ji dervî gelé xwe. Û nikarîbu téketa xewilxané . Aqîda wî û edeba wî ye ilmî qet misa’de nedida wî.

 

Dema emré girtina medresa hate dan, ev emir li her héLé tesîreke mazin hişt li ser xelqé.  Dema men’a elimandina dîn hate kirin, dema tedrîsata dînî qedexe bu teesürek mazin des pé kir di nava xelqéde.  Teesüra dînî bibu cinnetî muwaqete . Gel hema hema hatibu  halé întîharé. Dengé, “ jibo dîné xwe bera hinek j ime bimrin û ameda xwe  zeft bikin .” bilind dibun

 

Şéx di vî warîde gelek name û telgiraf şande jig elek alim û şeyxare. Di van nameyande  şéx doza serhildana li hember bédînîyé li alim û zanayén îslamé dikir. Hineka bersiv dan û hineka jî bersiv nedan. Li hember van nameyan ji şéxé çané Şéx Eyyup wuha bersiv ji şéx Seîdre şand: “ Ey Şéx! Millet hé nu ji muhaceraté  zîviriye, di herba cîhané de westiyayé. Li hember hükümeté hükümetek lazime. Ez di cephéde Qumandaré Alayébum. Û ez qeweta hükümetéjî û yan milletjî baş dizanim.” Belé şéx hevgirédana di nabéna îmkan û mesülîyeté de bikar anîye.” Di evéna de pa’ra girtina medresa û vexarina araqé gelek hebu ku Müslüman di derheqé sazumana vé dewleta ciwande ketibun vé bawerîyé. Di wan rojade nexasim li heréma Genc é û dora wé hema hema îdare di desté ewladé şéxa debu.

 

Alim Û şéxé di çizgîya kevneşopÎyén  de weke qadiyabun. Encax dema waqiak dihate bikar anîn hüküm didan.  Halbukî şéxé pîrané li hember qiraré meclisé û van fetwé qadiyé firotî, baş dizanî w émersele bighéje kuderé û hesabé xwe li gorî véNa dikir, qet ji bîr nedkir ku xwedyé îrada cuzîye. Li hember nexeşîya bi ser civaké de bihata tücaran mesülîyeta xwe ji bîr nedkir û waristiya xwe ye li hember qasidé xweda duxest bikar béne. Şéx li gorî îmkané xwe duxest mesülÎyeta xwe pék béne û duxest wesîfa xwe ye li hember qewmé xwe pék béne, û jibo  taluka li péŞya wan tedbîra bitsîne. Şéx herdem ji heval û hogiré xwe digot lazime em werne ba hev, bi hev bişéwirin, gazî karbidesté dewleté bikin. Û heger çénebe em di vé mijaréde karbidesté dewleté jî hişyar bikin. Belé ev hal di îfada şéxî dadgeha îstîqlalé de wuha té beyan kirin. “Bé güman me xwest  di vî warîde em rîsala telîf bikin ji we re bişînin,  û li gorî emré şerîeta muhemmedî hun qanuna ras bikin. Me xwest em we hişyar bikin.” Belé şéx duxest ewil bi wesîta kîtaba hükümeté hişyar bike, lé belé weke ew dibéJe teqdîra xweda min avéte Pîrané. Mersela pîrané derket û min nema dikarîbu péŞya wé bigirta. Min got îmam hükmé Şerîeté bikar nîne, ev şer’en jibo serhildané delîle. Û çi dema ev hükmé îslamé rabu, qanuné nudem hate şuna wan serhildana jibo şerîeté wacip bu.”

 

Di salan 1924 de jibo lékolîna îsyan Asurî û flehén SuryanÎ, Dîwanî Herb Serdar ( bînbaşı) qasim şande BitlÎsé. Serdar Qasim Wé FalÎyeté örgüta azadî bıkola, raporek giréda û bişanda ji hükümetére. Di mehén İlon û Kewçéré de Mebusé Bitlîsé Yusuf zÎya û Mîralay Xalit beg hatine girtin. Piştî girtina xalit beg dadgehé îfada şéx jÎ duxest. Şéx  bi sedem Îxtîyarî û nexeşîya xwe neçu Îfadé. Çul i Xinisé îfade da. Û Di vé hengamé de amadekarîya xwe ye qiyamé jî berdewam kir.

Şéx bi sedem wefata şéx Eyup diçe Çan é, û ji wéré jî derbasî welayeta Gencé dibe. Li g orî şahidén wé demé dibéjin : “ Waliyé Genc é hatina şéx rapor dike û ji hükümetére dişîne. Û ji bil vénajî walî duxest bi şéx re hevdîtiné bike. Şéx Seîd jére got : Heger ne li qonağa wîlayeté be ezé qebul bikim. Bes bi şerté ku pîreka te derneyé hember me û bi şerté tu şaşıké bide seré xwe ezé werme bi te re hevdîtiné bikim.  Şéx amadekarîya Qiyamé ji walî vedşére. Di péyre diçe ba birayé xwe Abdurrehman.

 

Şéx diçe Çan é, Ji Çan é diçe Çapakçur é ( Yanî bîngolé), ji wéré diçe Gencé, Ji wéré derbasî Pîrané dibe. Di diréJîya vé seyahata xwe de bi qaymeqamé çabakçur, bi şéxé Çané Şéx Mustafa, şéx Îbrahîm, û şéx Şerîf re hevdîtin dike. Bi rastî ev şéxnî héja  û bi qîyemtbun. Fikru ramané wanî di derheqé serhildané sitend.

 

Kuré şéx Seîd  Şéx Alî Riza berya van buyera bi salekî di ser helebé de diçe îstanbulé. Li wéré bi seroké weke Seyyîd Abdulqadir re hevdîtiné dike, û ji wéré vedgere bi bavé xwe re hevdîtiné dike. Belé Ev hevdîtin di 10 sibaté salan 1925 de bikar hatiye. Nexasim Di hengama vé hevvdîtiné de kuré şéx bavé xwe ji  péŞketiné Enqeré û îstabul  xeberdar dike. Ji xwe Şéx Elî riza bi vebirî ji héla qiyam û serhildanébu.

 

13 é sibaté salan 1925 de şéx Seîd tevlî 300 kesî bi mévantî diçine mala Şéx Abdurrehmané Pîranî.  Hükümet çend jendirma dişéne pîrané da ku hinek qaçaxé ekserî li ba şéx bigrin. Cendirme dighéJine günd firaré ekser ji şéx duxazin, bes şéx nade wan. Teğmenekî ser leşker bi navé Mustafa duxaze bi devé silehé van firara ji şéx bitsîne. Li ser vî awayî şéx Abdurrehman û hinek hevalé xwe bi silehé miqabelé didin ekser.  Merovekî şahidtiya wé demé kiriye dibéje : Hükümeté baş dizanî wîladet pîroz dike biwelide. Bes xwest berya di wexté xwe de biwelide bide beravétin. Duxest  wîladetek ne bi seré xwe biwelide. Heger ne ev hedîsebuna serhildan belkî piştî bi salekî biba, belkî piştî bi şeş heyva û belkî qet nebuna…

 

Li gor texmîna E’mré  Şéx Abdurrehman 25—26 sal buyî. Şére, bilinge, egît, mérxas û qehremane. Lé belé yan ji réwîtîya şéxî  diréj bxeberbu û yanjî heyecana wî zora wî biriye, wî derxistiye ji dervî proğrama şéx. Û piştî vé  buyeré jî di her waré îtîet téda hebe wé zafer li péy wé bikar bé, û meşa li du heyecané jî herdem zirar û şunda hiştiné pék tîne.

 

Îdî bi himd bé himd fitîl pé dikeve. Û nema kesek dikare péşaya vî agirî bigre. Sürecek bé veger des pé dike. Şéx di cîhde Qumandaré xwe tayîn dike. Qumandaré temamé Cepha ji şéx û aliman dihate meydané û alîkaré van Qumandarajî ji ağa û e’gîta dihatiine meydané. Di diréjîya qiyamé de şéx û alim îtîeté dikin, lé belé gel û ağa car car dertén ji derva îtîeté û li gorî zanîna xwe dimeşin.

Piştî buyera Pîrané Şx û hevalé xwe ketine riya Darahîné û bir éda gelek kes tevlî wanbu. Di 16 sibaté de bajar té zeft kirin. Waliyén bajér û qolek leşker esîr téne girtin. Û darahîné paytexta bihurbar (geçici) té îlan kirin. Jibo walîtîyéjî seroké malbata Modan Hesen Faiq té danîn. Qumandaré cepha Çapakçur şéx Şerîfbu, wé heta elezîzé bimeşîya, yén muş é şéx E’bdulahé Melekanî bu heta erzoromé di bin mesulîyeta wî debu.  Yén cepha madené Şéx Abdurrehîmbu hetanî siwéreké di bin emré wî debu û li wéré wé tevlî hézén şéx Eyyup biba. Û qumandarîya cepha Amedé şéx li xwe girtibu.

 

Ev tevger û serhildana şéx di 16 sibaté de li enqeré hate bihîdtin û li ser hate şiteğiilandin .  vé xeberé pirzu dengveda. Bi sedem véna serekwezîr ji görewé hate girtin û înénu kete dewsa wî bu serekwezîré dewleté. Înénu terefé şidet û li hevxistinéBu. Û di çaré Adaré de qanuna Taqrîrî Sükün hate qebul kirin. Ev qanun jibo cînayet é péŞerojé qılıfekî resmî hazir dikir. Li gorî véna du dadgeh dihatine ava kirin. Yeké wan li heréma serhildané méze bikra û yadinjî w éli li enqeré méze bikra. Ev dadgehé îstîqlalé hedîse û buyeré bikar dihat wé qontrol bikra. Dadgeha îstîqlaléyî şerqé qiraré ku bida bé temyîz û béyî qirara meclisé emré bida di cîhde wéb ihata tedbîq kirin. Ev jî dihate ma’na ku hükümeté ev hedîsa herémé haleté herbé didît. Bes bi ferqeké, lazimbu di vé herbé de kesén esîr nehatina şeniqandin. Bes hükmé di heqé esîrade çawa li Libya li Îtalya nedhat bikar anîn jibo şéx Seîd û hevalé wî jî nehate biakr anîn.  Gelo ji ber vénaye nehate zanîn komara Türkî du péy îsyanéde Qanuna ceza ku ji Îtalya faşîst sitend des wîrgula wé jî neda vegerand zimané türkî û eynen tedbîq kir.

 

Di péncé adaréde seferberî hate îlan  kirin çungî li heréma çuqurova gelek kesé jibo vé bankadané xwe amade kiribun ketibun bin silehé û hükümeté evana ajotibun heréma qiyamé.

 

 

Di hengama vé qiyam û serhildané de propeğendé herî giran hatine kirin. Karbidesté hükümetéyî wé demé li hundir gotin ev serhildaneke kürdîye da gelé türk téxine eleyhé  wé û ji héladindejî alîkarîya wan qezenc bikin û ji héldin de jî, ji dervare gotin ev paşveruyeke li hember înqîlaba me ye nudem hatiye li dar xistin.” Û bi sedem vé propeğendé hem ji hundir hem ji devre duxest desté alîkarîyé diréjî wé bibe. Hükümeta İngilîz hişt ku sewkîyata ekser bé  kirin, Fransa şiva tirénéyî diçu Surî ji artéşa türkîre vekir û Rusya jî alîkarîya Türkî kir jibo tefandin û  eciqandina vé serhildané. Nexasim alîkarîya Fransa gelek muhîmbu.  Heta alîkarîya Fransa qedera vé serhildané guhartiye. Lewra hézén hükümeté di xeta siwérek amed û rihayé de bi sedem leşkeré şéx Eyyup nikarîbun sewkîyata ekser bikra. Dema firansa şiva tirénéyî mérdîné vekir dewleté sewkîyata ekser û benzîna teyara di ser vé şivére gihande heréma qiyamé. Û ev jî buye sebebé ku qiyam di herémeké de asé bibe, cîh lé teng bibe, hézén dewleté bi temamé qeweta xwe bukumuşe ser seré wé herémé. Heger ne ev sewkîyata eskerîba qiyam w éli heréma di nabéna İraq, Surî û îrande bela biba û hézén dewleté nikarîbun bi herémeke wuha berfirehre mücadele bikra. Qontrola wé gelek zor dibu. 

 

Dewleté di dema îsyan de cara yekem hézén xwe ye asîmana li hember xelqé xwe îstîmal kir. Berya véNa li Kurdîstana İraqé İngilîz ali hember şéx Mehmud berzencî teyaré îstîmal kiribun.  Û piştî wéb i sala Zalimé Sedam bi teyara jar û bomba bi ser gelé kürde baran dibu bes gullak bi tené bera eskerekî Emerîqa neda.

 

Di dema qiyama şéx de hükümeté bi ecele des bi kirrîna teyara kir. Di demek kinde ji Almanya, Îtalya û Fransa 85 teyare kirî. Pîloté van teyara bi teybetî ji teref Almana de hatine elimandin û van pîlota bombe bi ser xelqé kürde barand.

 

Qiyama şéx Seîd di alema îslamé de jig elek hélade buye despékek. Li hember proja rojavayîbuné  gulla ewil şéx Seîd û hevalé xwe  berdaye.  Berya wana temam éli hember derketiné jibo vé projé hew  bi protesta bun. Ji ber vé yeké  rojava bi temamé îmkan û qewweta xwe li pişt hükümeté sekinî, alîkarîya wé kir.  Jibo ku bi ser xelqé müslümande bibarîne gülle û bomba dané. Ev heqîqeteke ku di vé Qiyamé de gülle yén erdbun bes égo ev gülle didan Rusya û rojavabu.

 

M.Mahmut Et Tibyati / Hürseda Haber