Bi Navê Xweda

Hemd ji Rebbê ‘Alemara be. Silav û selat li sultanê 18 hezar ‘alem be. Yasîr ê Mekka ‘esrî bi vexwartina şerbeta şahadetê daxilî kerwana – kesên di soza xwe sekinîni û canê xwe di berdela bihiştê firotine Xweda- şehîda buye. Silav li wî û tevî şehîda. Wî û berîn wî hetanî canê xwe di oxra Xweda da dan, li ser soza xwe sekinîn û diber doza pîroz de dibezandin. Madem wilo ji nuha pêv ger ev bar bêtêr li pişta mebe, ev sewda bêtêr li dilê me be. Ajotina rîya wan, domandina xizmeta wan, şopandina doza wan ger deynê stuyê me be.

Ew çax em devj fikirandin û sekinandinê berdin.  Em xwe biweşînin bên ser hişêxwe. Bo xatrê ‘egîdê go jibo Qur’an ê ceza xwarini û di hepsa dene em Qur’an ê bidin hîn kirin. Qur’an ê bijiyîn û bidin jî kirin. Roj roja Qur’an ê ye, roja exlaqbuna bi Qur’an ê ye, roja şidandina bi Qur’an ê, înşa kirna bi Qur’an ê ye. Roj roja kesê go jibo gavekê ji şopa Qur’an ê paş nemîni xwe feda dane.

Ey kesê go bi evîna Muhammed (selat û silava Xweda lê be) bi evîn bune, bi wê evînê payî şahnaz û şeref bune, bi wê evînê dişewitin û bi wê derdê bi xem dibe.

Divê em di xebatek wilo debin go di rîya Yasîr’ê ‘esrî evîna pexêmber hinek di bela bikin û bêhna vê eşqê bi mirovek di bidin bêhn kirin.

Ev dem dema ‘alemaya go bi eşqa Muhammed (selat û silav li serbin) sağ dibe.

Îyro meriv, dost, cîran, nêzîk û durê me bila zanibin go ê jê ne devjê berdanên me, xesika me a sor Muhammed (selat û silav Xweda liser) be. Bila dinya û ‘alem bizanibe go reng û irqê wan çibe em alîkar û xadim û xizmetkarê kesên li pey Muhammed (selat û silav a Xweda liser) e. Dîsa em neyar û dujminê wan kesanin go neyarê Muhammed (selat û silav a Xweda liser) û doz û evîna wî na tehmilênin ırq û rengê wan çibe digel nas û ji ğerîba digel ji meriva. Kesên neyartîya pêxember bikin birayê menî ji dê jî bin, dîsa neyarên wan neyara ê mezin emin, ger embin.

Ey kesê di çirava dema dawîde bi gultî şîn hatine!

Neseknin ne wexta sekinandinêye. Wext wexta go mirov bîhna gula bide bîhn kirin şuna bihna çirav, xerap, neqenc û münker. Wexta ziwa kirna çiravaye. Wexta go xew li me biherime jibo kesên di çirava da liber xwedidin. Wexta go dilê me bişewite û mirov li çara bigere jibon kesên go nizanin di çirava jî dene.

Ger em ji bîrnekin birayême jibo însan ji çirava xelas dikirin bidest zalima şehidbune û ji nav me koç kirne.

Ey ‘ebdên Rebbê go fermana wînî pêşî “îqra” bixweneye!

Wexta go rasterast hemberî cahiltîya har mirov bi ‘ilm û ‘irfanê çekdan bibe.

Ey ‘ebdên Rebbê ‘azîmuşşan go her tiştî bi hîkmet û zanayî dike û dizîvirêne!

Dema go mirov çavê xwe veki û bi hîkmet li gerdunê meyzêne û ‘iş û kara bi hikmet pêk bîne, bi hikmet rabu-w runê.

Dema go mirov heq û batil ji hev derxi, dema go bi li peyçuna heqqêrare mirov bi batilra tekoşînê bike û dema xebatkarîya di rîya heqqîyêde.

Ey ‘ebdên Rebbê go zulm lixwe û ‘ebdê xwe qedexe kirye!

Dema go mirov, hemberî zalîm û zordara bisekne û bibe dengê heqqîyê û dema go mirov ji zalimara bibe kostek, mezlumara bibe alîkar û destek.

Dema go mirov zalima bişermînê jiber zulma wan. Dema go bi la’neta bibarîna li zalima mirov ‘îlan biki go mirov licem mezlumayi.

Roj roja xwedî derketina li temamê mezlumê cîhanêye; digel dîn, ol, ırq, qewm û zimanê wan çibe. Dema go mirov diber ketî û jara da xebat bike heta mirov heqqê wan ji zordara bistêni.

Roja go mirov bi fikr, raman, gotün, lubb, rastî û zananîyên xwe bibe strîyê ça’vê zalim û zordara.

Roja sebrêye, tewsîyekirna sebrêye, rê stendina bi sebrêye û fêmkirna ayata “înnallahe me’as sabirîn” bi her halî.

Roja mirov di Mekkê ‘esrî de bibe Yasir. Roja vekirna sêngaya hember êrîş, haqaret û îskenca. Roja mirov bibe Habbab, Bîlal û Ammar.

Ev wext wexta mirov bibe şah û padîşahê qehra xwe. Wexta mirov bibe palewanên go pişta qehra xwe datînin ‘erdê ey cangawerê Qur’anê, warisên Yasir ê ‘esrî.

Dema kulaye, dema kulbuna bi kulê misilmanaye. Dema xwedî derketina li misilmanaye, hemêzkirna misilmanaye, piştdana misilmanaya hemberî zulmê. Dema go paşpenîya misilmana mirov wan muhefeze bike.

Hişyarkirna misilmana jiber xeta-w qusurê wan. Hêmêzkirna bi heskirin û muhebbetê. Zikr û bîranîna Xwedaye.

Roja go mirov reş û tarîtîyê ronî bike. Roja go mirov cesaretê têxe dilê misilmana, roja mirov tirsê têxe dilê kafira ey misilman!

Bi sebr û sebat bi hikmet û xebata bêbetilandin ê bê dawîya zalim û zordara, ê biheje textên zordarîyê. Ew roj ev rojê.

Dema kesên go doza wan, evîn û eşqa wan, derd û dermanê wan Allah’e. Jiber meşgulîyeta wanî heqqîyê ji teref zordara nayên vegirkirin.

Ey kesên diber îslam ê şev û roj ji xebata baz dide xebata!

Wexta go mirov ji ferhenga bêjê “ betilîm, sekinîm, veqetîm” raki.

Roj, wext, dem û dewr ê kesên hemberî gelemşa, îxtîlafa bi hevalbendîyê bi îttîfaqê dertên. Û şidandina misilmana bi misilmanaye, şidandina bennê biratîyêye. Roja xebata diber biratîyê, uxuwetê, hevalbendîyêye.

Jêderk: Mustafa CANAN / Kovar a Înzar-Hezîran 2011

Werger: Mîral TUXUBÎ