Bi nav é Ellah Te’ala

Hemd u pesindan bi kamiltî ji Xweda é Te’ala’re bi. Slav u selat liser meziné me Muhammed Mustafa u al u eshab u heta roja dawî li temamé mü’mîna be.

Dîsa hemd ji Xwedar, em kîyan meha remezan é. Em gihîştîn meha Qur’an é. Bé hed u bé hesab şükr u Senar ji Xwedar.

Eré meha remezan é meha Qur’an éye, lewra Qur’an di meha remezané destpeka nazilbuné kir. Qur’an herî pir di meha remezan é da te xwendin. Qur’an herî pir u rind di meha remezané da té jîyîn. Di camî u mizgevta da bilbil u endelîb é Qur’an’é di meha remezan é da lihevdu kom dibin. Wekî Mehbub é dila Muhammed é kuré Ebdullah u namusul ekber Cebraîl liser xwendin u mute’ala Qur’an é dihatne cem hev, téne cem hev. Her wext u an radyo u televîzyon ji Qur’anér dibine deng, deng didin meha remezan é. Bi Qur’an’é meha remazené dixemlînîn ümmeta İslam é. Hetta di meha remezan é misilman liser xwendina Qur’an é peşbazî é dikin u bihevra qayîşé dikşénin. Jiber we meha remezan é meha Qur’an é bu. Ew çax bi dilek şérîn, bi zehlek şîr u şekir meha remezana we, meha Qur’an a we pîroz be.

Eré meha remezan é, meha rehmet u merhamet é ye. Lewra rehmet u merhamet liser zemîné d i remezané xwe dide nîşandan. Di meha remezan é feqîr bi vesîla rehmet u merhamet tén bîranîn. Di meha rehmeté, bi hezara belkî bi set hezar mirov bi rehmet u merhameter radibin u rudinén. Rehmet u merhamet roj bi roj u rojî bi rojî dibe vücud; dibe cesed liser zemîn é digere. Birçîya tér dike. Ketîya radike, réwîya bi ré dike. Bajar bajar rehm u bereketé dite naskirin bi mîrova. Ew çax dîsa bi dilek rehm u zimanek şérîn remezana we, meha rehm u merhemet é li we pîroz be.

Eré meha remezan é, meha sebr u sebat é ye. Lewra remezan u rojî kevré sebréne. Lihember leşkere zik, lihember xwezîyé nefsa serkéş remezan u rojî bend u dîwaré sebr u sebaténe. Bendé sebr u sebat é sînor u tuxuba dixe nav mirova u xwesteke wînî bédawî. Rojî u remezan bi sebr u sebat é qebü xwestîne. Wekî béje ey nefsa minî bé war u ber ez bi é te nakim, ez li benda emré Rebbe xwe me, ma tü kîye? Ez bi é te bikim u ez du xwesteké teyî beradayî u betal kevim.

Eré meha remezan é yan jî rojî, meha îxlaséye. Lewra rojî te’atek wiloye go Xweda gotîye “Rojî jibo mine, ecra wé jî li mine” Jiber vé meha remezané meha dilsozîyéye, dü rutî durî meha îxlaséye. Rojî bi ruh u ceseda xwe îxlasé, dilsozîyé dide jîyîn, dide te’em kirin. Kesé bi rojî ew qes liba Xweda bi rumete go behna devé wî, liba Zülcelâl weke béhna mîskéye.

Meha remezan é, meha bereketéye. Lewra di meha remezan é xwarna yekî didü, a didüwa sé, a séya çar dixwin. Di meha bereketé da berke dikeve sifra feqîra, berke dikeve malé maldara. Feqîr çiqes şükur dike tér dibe, maldar çiqes mal jibo Xweda bela dike, malé wî pirtir dibe.

Meha remezan é, meha ta’et u ‘îbadetéye. Lewra ‘îbadetén sünnetén xasî vé meha mibarek hene. Gelek kesén go nimej nakin, réya mizgevté nizanin, sedeqe u înfaqa nadin di vé mehé da ru di zîvirînin. Balî Xweda ré distînin belkî îdî hew ji réya Xweda vedigerin.

Meha remezan é, meha hesab pirsyanéye, meha îttîkaféye, meha tefeküréye, meha serhildana liber nefséye, meha zanîn u fémkirna halé ketî u bé çaraye.
Meha remezan é, meha camérî é ye, meha dest avetina yetîm u séwîyaye, meha biratîya biraye.
Meha remezan é, meha girîyéye, meha eczîyetéye, meha rebentîya nefsa xebîse.
Meha remezan é, meha sazî é ye, meha wekhevbun é ye, meha ‘edalet u dadî u dadmendî é ye.
Meha remezan é, meha xelasî é ye, meha firehî é ye, meha serfirazî é ye, meha gihaştin é ye.
Meha remezan é, meha Muhammedîye, meha ümmeté péxemberé axir zeman é.
Meha remezan é, meha rastî u sidiqbuna Ebubekîr’e.
Meha remezan é, meha dadmendî u mérbun u ‘egîtbuna ‘Umer é kure Xattab’e.
Meha remezan é, meha hîlm u camérî u zünnureyna ‘Osman’e.
Meha remezan é, meha zanebun u malbatbun u ‘ilm u şérbuna ‘Elî’e.
Meha remezan é, meha mislé steyriké ‘ezmana, meha hevalen Resul é Xweda’ne
Meha remezan é, meha xelîltîya bavén péxembera İbrahîm’e.
Meha remezan é, meha İsa’e, meha Musa’e, meha Davud’u Süleyman’e, Adem u Şît u İdrîs’e, meha sed u bîst u çar hezar péxemberé liser siratel müsteqîm hatîye şandine.
Meha remezan é, meha eşq u evînéye, meha heskirin u muhebbetéye, meha çi her tişté puxte u bi rumete.
Meha azadî éye di serî ji destén şeytan u nefsé pişra ji desté zordest u zordarén demé.
Meha heqqî u mafé xelq u gelaye.
Meha serhildana ketîyaye, meha serférazîya mezlum u mustaz’afaye.
Meha xizmet u xebatéye, meha bazdana diber doza Cebraîl’e.
Meha hebun u xuyabuna misilmana li temamé serzemînéye.
Eré, îdî em tev zanin bila gerdun jî tev bizanıbe remezan şahîye, remezan deryé demek nuye, remezan derye azadî é ye, meha serbilindîyéye.
Remezana we, rojîya we, rehm u berket u azadî u serférazî u xelasî u sebr u sebat u şükr u ‘îbadet u Qur’ana we pîroz be, set car set hezar car pîroz be

Jéderk:Nivîsa Muhsîn CANAN

Verger: Mîral TUXUBÎ