Di ser é merselé da ez wilo despé bikim. Ger em xweyî bawerbuna Xweda bin, lâzime go em bawerîyé bînin go Xweda é Xaliq û aferînder(yaratıcı) çi her tişté em dibînin u namînin afirandîye, xuluqandîye. Yané Xweda kewn u kâînat, gerdûn xuluqandîye, afirandîye.Yané tem, steyrikén ‘ewrikî, galaksî, komé steyrika, steregûle xuluqandîye. Yané dinava galaksîyan da galaksîyén riya kakeşan(Samanyolu) u dinav galaksî é riya kakeşan da sazîûman é(sistem) roj é u dinava vé sazûmané da gerwerka(gezegen) dinya é anîye hebuné. Dinya jî kiryé gerwereka go mirov kari be téde bijî. Rehek(bitki), gîya, heywan u însan çekirye Mirovén go xuluqandîye, afirandîye u ji tûnebuné anîye hebuné ji wan ra: Min hûn gel gel, xelq xelq xuluqandîye jibo hun hevdu nasbikin gotîye. Bi wî hawayî gel u xelq xuluqandîye, afirandîye. Mirov ‘Ereb u Tûrk u Kûrd u Faris her yek bune xelqek.

TÜRÇESİNİ OKUMAK İÇİN TIKLAYIN!

Ji van mexluqé Xweda, şerîn u înkâr kirna yekî bitené jî kûfre. Doz kirin u ziman anîna go Kûrt qelîyane u şerîn u înkar kirna gelé kûrt bi temametî di eslé xwede tekelîna(karışmak)  rengderî u sifaté Xwedanî xuluq kirnéye. Lewra Xweda é go her tişt afirindîye, xuluqandîye, gel é kûrd jî xuluqandîye.

 

Tişté mi li jor got belkî li ğerîba hevalnî menî xort here. Lebele kesen go : Gelé Kûrd li deveré jor bicîhin, jiber we li cîye wan berf pir dibare, kûrdén go pél berfé dikirin, jiber nigé wan dengé kart kurt dihat, jiber we bi kûrditî hatine navkirin, di ‘esl da kûrt civatek Asyayî’ye(Asyalı), dîsa jiber wé kûrd ezbetek tûrka ne dibén hebun. Van rastîya hebuna gel é Kûrd naskirin belé mi go belkî hinek hé divé fikré dene, jiber ve mi ev nivîsa.

We go hun jî zanin îyro dîrok veqetandine çaxa.Çax Kevin, navîn, nû u nezîk hatine nav kirin. Di heqé go Kassît, Mîtanî, Urartu u Med é go çaxa kevinde jîyîne xebatén zanistî hene. Mesela Urartî Berî Zabûné di navbera Set salén IX-VI  da jiyîyîne. Paytext(Başkent) é wan Tuşpa bu. Yané Wan’a îyro. Urartî go heta roja me gelek şiwîn(eser), afirande hiştine, şarezîyek medenîyetek bi hez anîbun vûcudé. Di nivîska go di kelha wan é de nivîsîne îyro encex sîh mirov bitené kare bixwene, yek ji wan jî pasewan(bekçi) é bekçî é kelhéye.

Rebbé wanî mezin Xaldî bu. Pére jî Xaldî Rebbé herbé bu. Bawerîya pé he bu go, sultanén wanî diçu herba ji balî Xaldî dihate pîrozandin. Di nivîse xwede jibo behsa sultané xwe: “Sultan rahişte şûr é xwe u çu herbé” nivîsandi bu. Wexta gotûne “Şûr” şûr îstî’mal kirne. Dîrokvana jiberé ve peyvika şûr verger kirne bi wate a ‘ereba herbé. Pişra piştî lékolîna qinyatî kirne şûr(kiliç) qest kirine. Him jî urartîlog é bi rumet. U hewce nedîtine go lékolînnî dudirej li darxin. Ger go derketibana li çîya é Wan’é şivanek go şivantî é dikin jé bi pirsyana.(Ne go ez bi çuk di bînim) é Jiwanra bigote go şûr (kılıçe) şûr é. Ev peyvik kî (yané şur) pak u saf e bi kûrdî. Lewra di ‘Erebî’de “seyf” di Tûrkî’de “kılıç” di Farisî’de “şemşîr” hemberî wan bi Kûrdî ji “şur”e. Jixwe ji ré ketina ji peyvikkî gotûna go Urartî Kûrdûn eré ne zanistîye, belé ma mirov goşenivîsareké(köşeyazısı) da kare çi bi ziman bîne.

 

Belé tişté îyro ğerîbe, Ermenî jî li Xaldî xwedî dertén. Ji ré derkentina go nave sultanek wan Erîma’ye hinek dibén Urartî jî Ermenî’ne. Belkî jiber wé hinek Kûrd’a jî Ermenî dibînin. Pîreka Xaldî Arabanî’ye. Rebbé Urartî’ya a duyemin mezin jî Teîşeba’ye. Teîşeba rebbé bahozéye. Ez zanim go ev nav bi we ğerîb nayén.

 

Ez jiwer navén sultan é Urartî a biréz bihejmérim bé Kûrdîtî é bi bîra we tîne. Arema, I.Sardurî, İşpuînî, Menua, I.Argîştî, II.Sardurî,I.Rusa, II.Argîştî, II.Rusa û Erîmena. Jivan Sardurî û Argîştî Kûrdîtî é tîne bîrami. Belé féde heye go em zanibin go binezîkahî em behsa berî nuha 3 hezar sal dikin. Li alyé di nave kelhén wan temamî bi Kûrdî’ne. Wek Zivîstan Kelh û Kelîşîn (Kelha Şîn). Belé belkî ev navkirné îyro bin.

 

Neyaré Urartî a di dema wan da é giring Asurî’bun. Lewra li dîyaré Urartî’ya çîya u deşté lajwerdé(madené) hebun. Asurî ji di wé demé dixwestin bibin hez u quwetek giring. Wexta mirov bifikire go hesin u sifir di çaxa kevin de çiqe bi qîmetbu, ew çax mirov é fé’m bike bé çima Asurî a neyartî bi Urartî’yar dikirin. Asurî a jibo van dîyaré me behskir bidest bikin gelek erîş liser Urartî’ya kirin. Di nivîsén Asurî’ya de nivîsandine bé çawa gelé Urartî di qetlîamé da derbaskirine, ev nivîsé wan hatine wergerkirin zimané îyro jî. Belé fédek van erîşa li Urartî wiha buye, Urartî bi ‘eşîrtî dijîyan. Belé liser van erîşé Asurî’ya bune yek, bune hez(güç), bune devlet.

 

Belé tekoşîna dudiréj Urartî behéz kiriye, ze’îf kirîye. Piştî ji Sultané heja jî mehrum mane jî desté nuxumbextbuné xelas nebune. Ezbetek ji ezbeté Tûrka bi desté Îskîta ji dîrok hatine rakirin. ‘Erdé wan ji bi Med’ar mane. Bala xwe bidne vir, piştî Urartî’ya Med derket gasîna dîroké.

Ji Urartî’yé go kémzéde 300 salî jîyîne heta îyro gelek afirande u tişt mane. Mesela Ava Şamran’é(Bi navé şahbanû(Kraliçe) Samîramîs hatîye avakirin.)qenalé îyro té zanî û jî ava Wan’é é vexwarné téde diherike di dema sultané Urartî’ya Menua’da hatîye avakirin. Ev qenala go 51 kîlometreye, afarîyendek(eser) endazeyara(mûhendîstîya) ave a Urartî’yaye.

Vena jî zanibin go Urartîloğ’é go îyro karibin li Stenbol û Enqeré bixebitin(Digel ku wek profesora, mamhostadana jî), îyro li Zanîngaha Wan’é dixebitin. Jibo ku Urartî a bidestara neberdin u îspatbikin go qewmek, gelek Asyayî’ne.

 

Ez lé hayim ku nivîsa bu wek dersa dîroké, lebele wexta nivîsé dinivîsim ez nivîsoka xwe serbest berdidim. Mi xwest go ez jiwer behsa Kûrdén çaxa kevin ji Urartî’ya behskim. Netirsin dinivîsa duvéda ez behsa Med’a nakim. Lewra hember Urartî’ya Med bétir té zanîn. Di nivîsa bé ez dixwazim behsa dîroka Kûrdén çaxa kevin bikim. Wesfé çaxa kevîn liber ça’v u giring ku dîné İSLAM’é ku divé demé hatîye u misilman buna ji gelan ‘Ereb û Kûrd û Tûrk wek van gelé din.

Heta gihaştina di nivîsek minî di, bi hevîya sibehén bextiyariyé bimînin.

 

Jederk: M.Emîn ÖZMEN/www.hezexname.com

Werger: Mîral TUXUBİ

 

Hürseda Haber