Bi navé Xweda
Hemd ji xwedyé ‘alemare, slav u selat ji meziné me Mustafa’ra be.
Îdî dibén bi xatré te, ey meha ûmmeté, meha rehmet û meğfîret û azad buna ji cehnemé, ji dojehé. Em dibén Rebbé me, me hé bighîjîne gelek sé meh û remezan û qedr û ‘îyda.
Di vé neqebéda ji ‘îyda go piştî mehekî bi şerpezîya me’newîya ramazané té em jér dibén tûb xér hatî, ser ser û ser ça’va hatî ey ‘îyd û cejna pîroz û mibarek!
Rebbé menî Sûphan û Teâlâ çiqes mezine ko jibo wext, zeman bi gelek xweşikbuna xweşik kirye, xemlandîye. Jixwe piştî xweşikbuneké dana xweşikbunek di lûtfek mezine, giringe.
Eré Rebbé Rehîm di seré weda, bi meha xwe Receb é lûtfa xwe lime kir, pişra bi meha hebîbé xwe Muhammed, Şaban é û pişra jî bi meha xasî ûmmeta Muhammed, remezan é lûtfa xwe nî liser me domand.
Şevekî wek şeva qedr é, rehmet û meğfîret û mezintîya xwe peşkeş kîrî me kir, péş me kir. Nuha jî ‘ebdé xwenî, bi meha remezan é şerpeze bune û wek leşkerén go bibine yek vucût ûî ji emra re amade sekinî bin, rehmet û îhsana xwe bi ‘îyda remezan biwan dide te’em kirin. Çewa xweşik be û çewa pé razîbe, Bé hed, bé ‘eded, bé jimar hemd û sena ji wî Xweda é ko em teşe é(şeklé) herî rind xuluqandîye û em bi gelek xweşik buna şidandîye û ev kâînata, serzemîna go bi gelek nî’met û lûtfa hatîye xemlandin jibo me afirandîye û dîsa wext û cîyé me bi xweşikbuna ‘edilandîye.
Xweda wilo hem me ji xewa xefleté hişyardike, hem jî lûtf û kerema xwe bi camérî bi serme dibaréne. Jiber we ger em Xweda ji dil û zimané xwe em nexin.
Xweda é ko jér cî û war tûne, nakeve tû cîyî belé dikeve dilé ‘ebdé xweyî bawerkir. Madem weré Xweda qîmet dide me û nezîkî meye, ew çax sé mehé me, remezana me, qedra me “Xweda ji me û ji we bipejiréne(qebul bike)” (Buharî, II/2-12)
Jibo em bi pirî jî cejna remezan é fédé bistenin, ka em guh bidine vé qewla Resul Muhammed Mustafa. “’îyd rojén xwarin û vexwarin û zîkr é Xweda na”(Ebu Davud, savm, 49)
Jixwe Xweda é ko ew qes qencî bi me kirye jî dibé “ Ey kesé ko bawerî anîne, Ellah (bi bîr anîné) bi zîkré pir zikir bikin.” “Ûsibeh é, evaré wî tesbîh bikin” (sûreta Ehzab 41-42) Liser vé jî wexta em ji zikré Xweda durbi bînin di seré wé xesara mezin limeye a didûya jî nankortîyek mezine.
Eré bilxusus piştî pîré yazda meha, remezan şerîf û şanaz, di ‘îydé da bîranîn û dest avétina sewî û yetîma û hewcedar û kesén diber doza Îslam é da berdel dane hewceye. Dilxweşkirna wan, bazdana hewceyîyé wan, çare buna tûne buna wan stubarîya sutîyé meye.
Dîsa li der dora de’wet û biratî û bang kirna balî heq hewceye ko em cejné, ‘îydé firset bibînin û ligor we serdan û xebaté xwe zéde bikin.
Serdan û pîrozbayî kirna ‘îydé hewceye ko em wekif û terîqet û cema’at û komela(dernek) ji linav hev li dar bixin.
Béyî bendebuné hevceye ko jibo Xweda serdan û pîrozbayî kirna xwe li tû şert û şurûta ne nerin em bikin,
Ger îmkân û wexta me jibo serdana Mezreyén civata neferma(sîvîl toplum kuruluşlari) tûne be jî, bi telefoneké jî mabe ger em ‘îyda wan MCN a pîrozbayî bikin.
Dîsa wexta em di şahîya ‘îydé da bijîyîn birayé xwenî liçar terefé dinyé di tekoşîna hézda dixebitin û birayén xwenî ko Yusuf é ‘esré lazime ko em ji du’en xwe mehrum nekin.
Ji Xweda em hévî dikin ko vé ‘îyda remezan é li çar dor dinyé bike wesîla hişyarbunek Îslamî û wesîla azadbuna xelqé bindest ji qeyd û kelepça û wesîla serférazîya mislimana.
‘îyd û cejna wejî pîroz û mûbarek be, Xweda ‘îydé jime û wer bike deryé esra se’adet û bextîyarîyé. Xwezî bi dilé wan kesa go qelba wan namirin.
Jéderk:Nîvîsa Muhsîn CANAN
Verger: Mîral TUXUBÎ