Bawer bikin te’ma vî karî revîya. Çiqes em dicemidin ‘erd (yerkûre) jî germ dibe. Béqey em u gerdun, ka’înat hemberî hev di çepa (tersa) hev de hatine afirandin. Her go teknolojî şet dibi u ser xwe diçe Xweda zane gerdun gavek di nezîkî roja Qîyameté, roja heşré dibe. Ne cûré (çeşîdé) çukanî kevin, ne minminik ne qir u qeş u zivîstané beré ne cûré gul u kulîlk u çîçekan u ne jî aram, haf (huzur) ma. ‘Eceba evana ‘îşaret u delîlén paşberén (artçi) péşîne go é roj ji rojava deré. Hun çi dibéjin? Jîyan te’ma kevin hew dide. Jîyan di desté mede wek fîgurek kî go di rola xwedeye, jibo devqîç (siritkan) nebe em bi temam héza xwe dixebitin. Belé em ji dublor buné xelas nabin. Ne jîyan bersîveké dide xwezî u xwesteké me u ne jî em zanin bé em çi ji jîyané dixwazin. Di wargehek (qembek) penabera (mûltecîya) de me çadirek şahîyé vekirîye, şa bib ger tû kare şa bibe. Her tişt dû ruye, pewendar (îlîşkî) tev bi fermîne, pewendara tev xwe spartîye menfe’té û durî dilsozî û samîmîyeténe. Belé jibo ev hal neyé zanîn em xwédana sekeraté dirjînin. Ji mazîyé, tişté çunî aferînder(eser) ne maye. Tişté mirov bi jîyané ve giredide, şewqa deqqé direjkirna jîyana çuyî bitenéye. Ne lîskén beré mane, ne evîn u eşqé kevin, ne kutilk, ne meyir. Çiğaré jî hev te’ma kevin nadin. Çiğareyén Maltepe, Bafra, Harman û Bîtlîs îdî bihéz te ditîn.
Türkçesini Okumak için Tıklayın
Beré namayekî go ji leşkerîyé dihat di gundekî de yekî bi tené karîba bixwanda. Bar bi kera dihat kişandin, pantorén pîne dihata lixwe kirin, rîh bi kéra dihate jé kirin u ya jî nedihata jé kirin. Jîyan saf û basît û rehetbu, belé ru germ bun, hevaltî qewînbun, gotûn namus bu, namus jî pîroz bu. Belkî nuha îmkan û firsenda pir u başin, belkî şuna qedehén sifir em di qedehé cam di ava vedixwun. Şuna xanî é bi kerpîç u ser ax di warxané (daîré) lûx de dijîyîn. Şuna çav girtînké û keré direj bi dar em bi bîlgîsayar û lîsken çaxîn bi mirové li wîyalî dinye dilîzin. Beléruhé kesî jime ne bextîyare, ne rehete.
Tengasîya me, nexweşîya gihaştina ezek di; ez jibo mi nakîne yekîdibuna xurt. Em bé xeberin ji derd û tengasî û tarîtîya Awrupayî ya ku em dixwazin bişibéne. Zilam é ko em dixwazin bişihibénin jî ne ji meye. Teorîya Peresendîya (evrîm)Charles Darles é ko em materyalîst zanin jibo bicîbike, dixwaze bibe meymûn, tû çi lé dinherî? Deqqén wînî ko bi aram û haf û huzure deqqé ku tevzker (uyuşturucuyé) é dikşîne û şarabé vedixwe. Zilame guharé dixwe guhé xwe, terî jî é bi xwe veke. Çixara ko vedixwe é seré te géj bike. Bîra xwe bîn berî ko tû xwe bişihibînî wî ma tû wilo bé kéf û aram û haf û huzur bu. Çend cuwané menî ko jibo jîyana bi navé hewçaxîbuné nikarî bu hilgiré û ne birye serî xwe kuştîye xwe daliqandîye û dike. Li kesîtîya ko Şareza bi me daye karkirin binhérin. Îdî ji tû tiştî kéf û zewqé nasténin. Heryekî jime tiştekî ko tengasîye dide me heye, tişte kî ko em nikarin nav lé bikin û em bi ça’va nabînîn. Giranîya bi zordarî ko li ruhé me dike em tené zanin.
Beré wek gora em diguherén me heskirî ne dihatin guherandin. Evîn û heskirin ji hew bi temametî cihé bun. Eşq û evîn ji heskiriné werde dîmena (boyuta) sîyayî a ziravbuna buyîné bu. Navé şanazî û rûmeta go neguherî bu, namus bu. Lîsk li gor réza xwe, herb li gor edeba xwe dibun. Sîlah û çeké ko jîyan ne di bexşîşan û nifş(nesîl) diqeland hé tûne bun. paşve léxistin karé nemerda bu. Weke Hz. Ebu Bekîr jî gotîye: mal bi xesîsa, çek bi tirsonek u bizdoneka, bîryar(karar) bi qelsa bimîne é sazî xera bibe. Evana tev hatine cî. Di dadgeh é (mahkemé) ko dibin emré wandene bîryaré ko gunehé wan veşére hé tûnebu. Bîryaré dadgeha tûl (şeffaf) û tevde serxwebûn, tû kes bé suç, guneh ne dihat cezakirin. Kese bi tawan (suç) kî ba ew dihat ceza kirin.
Beré çuna ser berbera yan jibo por kirné bu ya jibo rast kirné bu. Îca stîla poramenî ko em ji nu berber dertén, dişihibe pora çermsoré (kizilderîlî é) ko ji bahoza Andrew filitîye.
Xususen ğerîbané ko wek mi gewde biçuk û durî fîzîka giringin û jibo bi hewçaxîbunére bi meşe, bi lixwerkirna pantor û tîşorté védawé wédawé hatîye kevirkirin(taşlanmiş) dibine wek qirdika. Halé em ketinéye libimeyzénin, qîz û xwort hew ji hev té naskirin. Jibo meyzanîyek hewçaxî halé em téda lébinherin. Em zoré didin çi sînor û tuxubé ko aram û bextîyarîyé dide me û me dike me. Jibo em bextîyar bibin yan jî jibo em wilo xwîyabin.
Beré bawerîyek menî qewîn hebu. Hember qeda teva me bi mertala bawerîyé sénga xwe vedikir. Bawerîya ko di her neyînî (olumsuzî) da xér heye, bi mer hebu. Derda ko di kelaxa (îskeleta) însan da hilgirtina ruhé meymuné hé bi mer tûne bu. We ko em tû namrin me xwe bi jîyané ve giré dida, we ko emé nuha bimrin me amadebuna mehşeré dikir. Béyi nerîna nijada (irka) însan, însan jibo însan bu dihate heskirin. Her roj roja heskirî û yara bu. Jibo me bextîyarîya bédawî dibin lingé dayika ditît, her roj roja dayika bu.
Îyro gelalek (Modelek) jîyana wilo li serzemîné hâkime ko mîlîtarîsta go profesyonel té zanînde hes zora ‘eqlé û evîné dibe û bi quttukî fikir lihev gerîyane û çep buye rast, rast buye çep û fikir di felseféda wek labîrentek ko mejî dikote û dicu deye. Jîyanek go bi tengasî û bi fetisandin. Ne çixara Bafra ne ğar û ne devlinga Îspanyol û ne lempa ğazé û ne kevçîyé darî û ne ûsula palûte(îmece) ne çepgiré(solcuyé) hember emperyalîsta mane.
,jéderk: Nivîsa Muhammed Zîya, www.hezexname.com
Werger: Mîral TUXUBÎ