Navé te çiqas xweşike Ellah é min, Xweda é min!
Xweda é min ger mi dîn û har bike, bila navé te mi dîn û har bike.
Navé te çiqas şérîne, çiqas şekire Xweda é min!
Ger tiştek hebe go mi li çola rast bike weka mecnun, bila navé te be.
Gotuna Ellah, Xweda çiqas mirov kéf xweş dike.
Navé te kanîya xweşî û şahîyéye.
Eşqa te, evîna te
na şibihi eşq û evîna Ferhat û Şirîn, Mem û Zîn, ‘Aslî û Kerem Xweda é min!
Navé te çiqas bilinde, çiqas rinde Xweda é min.
Bi gotûna Ellah Ellah eşqa te, evîna te şax berdi de ruhé mi, nav damaré mi?
Hénkayîyé dide qelbé mi, navé te.
Tufanén ji aşqa te di dilé mi diqelibin.
Çîyayén agirî
go agré wé ji eşqa teye di teqéne di qelbé mi da, navé te Xweda é min.
Û Xweda é min!
Sultan û pîré qelbé min û tevî qelba.
Ez heskirna te çewa te’rîf bikim.
Ez eşqa te çewa bi ziman bînim.
Peyvik melûl û acizin hemberî navé te, wesfé te.
Quweta mi naké bé cûrretim, go ez te bi ziman bînim,
Lebelé Xweda é min, Ellah é minî go xwedyé navén herî xweşike.
Ez wilo ji te hezdikim, wilo ji te hezdikim go.
Her wexta ez navé te bi bîr tînim, giranîya navé te qelbé me di guwéşéne.
Dibin meznahîya eşqate de ez di’eciqim.
Ellah é min!
Di vé wexta ça’v li bûjené ye(maddé), liber ça’vbuné digere û mîxan beré xwe dane maddé
Ezanim go ti ji maddé, ji tişté ber ça’va pir ama pir bilindî, mezinî
Qasî mirov nikaribe peşber hev bıke, qiyasé jî bike.
Û
Rebbé min, nezîkbuna tenî ji damaré menî şah mi mest dike.
Secde dikén hawara minî ne maçîkirin û ne béhn kirna te.
Ez di secda di mat dibim, xelas dibim, diqedim.
Wé çaxe ez radest dibim( teslîm dibim) eşqa te.
Heskirna te.
Dibéjim lebbeyk!
Lebbeyk ey rebbé me, lebbeyk ey rebbé mi, lebbeyk ey Ellah é min!
Ey dosté Îbrahîm, ey heskirî û hebîbé meziné me Muhammed Mustafa!
Ev ‘ebdé tenî pir perîşan û melul, béçare xwe avétîye qulpa navé tenî herî xweşik.
Tû ‘efukî ya Ellah, ya Xweda!
Jéderk:Nivîsa Muhsîn CANAN
Verger: Mîral TUXUBÎ