Sed pîroz û mibarek be, cejna dehîya î sal.
Her bila thovê xweşyê be, cejna î sal û her sal.
Rehm û sulh û selamete, aşîtîya bi rengî.
Ev Cejna Xweda-w Resul e, qet ne cejna firengî.
Dehî bu sûnneta nebi dostê Xweda îbrahîm
Îsmaîl ê bikra boraq bo Xweda ê pir Rehîm
Xweda ê şêrîn pir delal, emrê Muhammed kirye.
Gor sureta kewserê wî, jî dehî şerjê kirye.
Cejna dehiya tim jıbo, sêwî-w yetîm şahîye
Li temamê serzemînê bi kamil ronahîye
Roj û ranahî pir xweşe, ka reng bidine cejnê
Di cejn û tevî rojade, qencîye taca bejnê
Kesê xwedî derê l-ketya, bi Îsmaîl’ek şêrîn
Jêr li dinya hem axretê, dermanê derd û birîn
Ey gelê mislimanê kurd, nevî ên Selaheddîn!
Camertîya web denge, dîsa jibo roja dîn
Mîral TUXUBÎ / HÜRSEDA HABER