Binavê Xweda
 
Mi ne dixwest ez di vê bandorêda binvîsim. Belê çavnêrîyên minî dawî ez mecburî vê nivîsandinê kirim. Erê çi heyfe ku “tazîbuna lixwekirî” biserê xwe girtîy û derê. Mezinê me Muhammed Mustafa (s.x.l) jibo pîrekên go lixwe kirî pêre jî jibo go tenik û teng li xwe dikin xettê laşê wan xuya dike te’bîra “teberrüc” “tazîtîya bikinç” îstî’mal kirîye. (Süyûtî, Tenvîru l-Havâlif, c. 3, s.103)
Bala we jî kişandîye, zêdebuna kesên go sernixumandîye belê pêre jî kincê teng û tenik û neqşo meqşo û pantora li xwe dikin; ya jî bi hay jê buna ferzbuna nuxumandinêre jî qîz û xwehê xwe wusa –bi şeklê tazîbuna lixwekirî- dide nuxumkirin.

Türkçesini Okumak İçin Tıklayın...

Hinek dayk bi fikra go “ Nuha bila zarok hewesa xwe bistêne, pişra ê jê acizbibi û dev jê berde” kincên teng û tenik û pantora li qîzê xwe dikin. Gelo evên go dibin dismalê da kincên teng û tenik û pantora li-xwe-wan dike futu ji kîjan kitêba derxistine? Bi xwe min li gelek kiteba neri mi di yekî jî de futuwa go pîrek pantor û kincên teng û tenik lixwekin min nedît.

A yekemin daykên go dibên “zarokin…” û kincên ne li gor îslamê li qîzê xwe dikin; ger zanibin go “dar wexta there xwar dibi”, “kesên hewisîbin (‘elimîbin) ji kesên har xerabtirin” û qîzekî go ji zaroktî ‘elimîbe lixwekirna pantorê dipêşda ê ji kinc û lixwekirin û nuxumandina Îslamî fedî bike. Wekî din “qîzên 7-10 salî go gihaşti-bimirês, qîzên 15 sal kiribin û tevî qîzên go xama(balîğe) bune di hükmê pîreka dene. Qîzên werê tazîkirna serêwan, porêwan, milêwan û çîmêwan li cem zilamê xerib herame.”(Tam İlmihal) ev hukum jî me bibîr anî.
 
A Duyêmin, mersela kesên jiber go wek zilama kinca lixwe dikin “ jêra wan na şihibe jora wan”…
Birastî pantora go ne di çanda me û ne di dînê me da heye, numune û mîsala mezine jibo “tazîbuna lixwekirî”. Belê pantor dîsa wek veba ê bela dibe. Hinek zanyarên ‘esrî jibo lixwekirna pantora pîrekê dibên kesîn herame, encex ji lixwekirna pantorê dibin etekê –kincên hundir- da dibên caîze. Belê lazime go pantor dibin pardesü û çerşafê lêneyêxwekirin. Lewra jin dibin kincê derve lixwekin, wexta kincê derve jixwekin ê bi tena pantorê bimînin ev jî ne caîze.
 
Her çiqes ev behs di kitêbê şerî’etê bi kurunî derbas jî bibe, emê bi van çend hedîsa iktîfa bikin. “Kesê xwe bişihibîne civatekê, ji wê civatêye” (Ebu Davut, Libas) “Le’nat li zilamên go kincê pîreka lixwedikin û pîrekên go kincê zilama lixwedikin” (Hakîm) “ Pîrekê xwe dişihibînin zilama û zilamê xwe dişihibînin pîreka ne ji meye” (î. Ehmad) Ev çend hedîs bitene jî dide zanîn, bê durbuna jinên misliman ji pantorê çiqes cîdeye.
 
Nexwa jînên mislimanî go xwe ligor îslamê nuxumandîye pêra jî pantora li qîza xwe dikin û kesên bilimêj û ta’etên pêra jî çav digrin ji kincên qîz û xwehê xweyi ğeyrî Îslamî û xwîşkaminî go tekoşinê dide jıbo bi dismala serê xwe here kar û mekteba xwe pêre jî buye evîndarê(!) “tazîbuna lixwekirî”,  ji we dipirsim ev halê we çîye?
 
Kuflet “ ji agra go arduyê wê însan û kevirin” bi lixwekirna kincên Ewrupaî tê stirandin,lê haybuna û ligor çuna vê emrê “irz û namusa xwe bila muhefeze bikin, xeml û rewşa xwe dernexin derve…” lixwe kirna kincên teng û tenik û pantoraye maqey.
Nizanim hewceye ko ez bêjim pantora we li dismala we nake.
 
Kufletên me nerînek kufletek mislimana nade. Her yekî go xwe nuxumandîyê kesekî xwe dişihibîne Ewrupa  li cem heye…Jorê hinka Fatîh’e, jêrê wan Beyoğlu’ye… Hele kesên go ketine hêmêza bêsinça (bêexlaqîya) rojavaya bêru evan ewê qelbê wan paqij(!) jî li alîkî derdek di.
 
Heger hun di bala wê debin Fransa û Danîmarka –Rojava- jibo go çerşefê û minarê bi temamî qedexe biki dixebitin. Îca em çitkin. Bi paşketina dewleta Osmanî û heta nuha em bi veba –nexweşî-a Ewrupa (a go me qedexe dike) diricifin. Cil û kincên menî teng /tenik û pantorê me bi dismala mer lihev nake. Em di korerêk (kuçek teng) wiloni da go jêrê me bi jorê mer û gotinê me bi jîyana mêr tekoşînê dike. Kes nizane bê kî bibe serfiraz belê hege em bixwazin ji vê halê bêçare azad û ji vê nexweşîyê bi şîfayê xelas bibin hewceye go em xwe ligor dînê xwe binuxumênin. Jibo bawerîya xwe liser kinc û lixwekirna xwe biseknin. Hewceye go em di haya misilmantîya xwe de bin. Jibir nekin go “kesên ligor bawerîya xwe ne jîyinin (pîştî wextekê) ê ligor jîyana xwe bawer dikin.” Bimînin di selametê.

Jêderk: Mustafa CANAN-Ji rojname a DoğruHaber www.doğruhabergazetesi.com
 

werger: Mîral TUXUBÎ