Û pêla(frekansa) qelb û dilê xwe ligor heskirin û evînê ‘eyar bik.
Avetina her qelbê te bila bi evîn bavêje.
Kezeba te her go bêhn da û stend bila evînê bide û bistêne.
TÜRKÇESİNİ OKUMAK İÇİN TIKLAYINIZ
Û tû ey însan!
Veger însana, ma nehatîye wexta go mirov însana bi evînê dorpêç bike.
Maqey nehatîye wexta go mirov bi çekê heskirin û evînê zorî bide deryê dila.
Jêhatîbun ne ewe go mirov ji dost û yarê xwe hesbike.
Bi heskirinê fetih kirna dilê neyaraye, Jêhatîbun
Erê însan himbêz bike.
Her tax (mehelle) û gûnd û bajarî bi heskirinê bi xemlên, bi serîbik.
Mewlana û Yunus û Weysel û
Melayê Cezerî bineqişîn wext û zeman.
Bona bi heskirin û evînê saxbibe her dem û dewran
Bona heskirin û evîn bibe sebra dilê her cîy û mekan.
Ev bar, barê milêteyi ey însan!
Heyvanê heskirin û evînê bavê van erda.
Û ev erdnîgarîya(coğrafyaya) melul û xerîp.
Ey însan!
Barê pişta kalê te Âdem.
Sed û bîst û çar hezar pêxember dewrî hev kir.
Û di paşde Muhammed Mustafa bi xatemî hilgirtibu ev bar.
Jiwê barê ashaba behra xwe –xelîfetîya însan liser ruwê ‘erdê- bikêf hilgirtibu.
Û welat welat bi xelîfetî gihaştin însana.
Û di vê dema dawî de, jibîrnek barê te karê te xelîfetîye,
Ew evîn û evîngermîyateye
Dê haydê! Nuha ne wexta sekinandinêye.
Ew barê go çîya jî hilgirtina wê revîya
-Pêşkirna evîna Xaliq bi mexluqareye û heskirna mexluqan jibo Xaliqraye-
Karê te, evîngermîya te.
Dê haydê barê xwe, evîngermîyaxwe li mila ke, li pişta ke.
Tû ey însanê xweşik!
Jêderk: Nivîsa Muhsîn CANAN
werger: Mîral TUXUBÎ