Di van demê dawîde zarok her di serê rojev (gündem) a welat dane. Ger jibo revandina wan, bi sedema kuştina wan, ger bi sedema di nav malbat da zordariya liwan tê kirin.


Û lazim li Başûrarojhilat da jiber tevli lêkirîna(eylem) bune cezaya li wan tê birîn. Tevli go ‘umrê wan biçukin jî.

 

Pirê civatê pê dêşin û di her cîy û civatî vê pê êşîna xwe bi ziman tînin û dixwazin bê dawiya vê halê. Hala go 13 sal ceza tê birîn li zarokên tevli lêkirinê PKK û DTP’ê bune.


Kesên raydar-karbidest jî vê halê nexweşîn û jibo bînin dawîya van -cezayê li zaroka tê birîn- rêdere kê û çare kê digerin jibo sivikbuna van ceza heta jibo bexşandina wan.

 

Helbet em misliman jî ji vê halê nexweşin em jî pê dêşin.

 

Devjêberdin cezayê ne ilyaqî ‘imrê wan, em bi: bo polîs rêya lêkirîna bigre dayîna lîstok û belakirna pera û xwarinê li zarokên kurda jî dêşin,   bilxase topkirina lastîka bi zarokan û kirina van lastîka jiwan jî  em karek bê rumet û bê şanaz dibînin.

 

Bi kurtikî em misliman bi hêz hemberî van kirdarîya(yaptırım) li zarokana û emê hemberbuna xwe bi domînin.

 

Lêbelê, îca em werin tiştên go di ‘eynî welatî da bi zorokên oldar(dindar) û zarokên oldara têkirin.

 

Ma we zanîbo go berî sala 2000 û piştî wê kesên li Başûrarojhilat da di operasyonê hemberî oldara da hatine girtin ji sedi çel zêdetir di ‘imrê zarokîdene?

 

Çiqes hun jê xeberbun go, li wan zarokên di mizgefta de dersa Qur’an û îslamê distendin; bi doza go bizavîya(faaliyetê) rêxistinêne(örgütêne) operasyonên haqaretwarî li mizgefta hatine kirin?

 

‘Eceba hun  zanin go;Jivan zarokan bi sedan heta bi hezaran bi hindikî çar sal û nîva di hepsa de manin, jibo gihanê wextê leşkerîyê biderketina ji hepsêre ew birinin leşkerîyê?

 

Dîsa ‘eceba welat zanigo evana, yekbiyek bê fîre berî tev têkevin girtîxanê di ezyetê mezin da hatine derbaskirin?

 

Ger hinekî go zenbikin go ez çîroka dibêm; bila zanibin go nuha ev xwort tev, li heyatêne. Kengî bê xwestin karin derên behsa xwe bikin û jixwe kengî wexta wê bê ê bipeyivin.


Bi serde jivan xworta yekbitenê jî bi kevir avêtina polîsara ne hatine girtin, bi Molotof kokteylre ne hatine girtin, di wexta xerakirin û şewitandin û dizîya cîkî , dikanekî jî ne hatine girtin.

 

Bi elibêtik û Qur’ana di destêxwede hatine girtin û herî zêde bi endamîya rêxistinê (örgüt üyeliği) hatine tohmetkirin.

 

Û di dawîda tiştekî nehatîye serêwan nemaye, ew li alîkî; jîyan li malbata wan jî kirine jehr.

 

Îro ji lîberala heta çepgirîya her çi kesê go dinivîse, xêz dike û ekrana dadigrin; jibon zarokên go lastîk şewitandine, Molotof avetine û kevir avetine polîsa; mu’emela terorparêza dibînin: Tev Jibon wan dinalin û jibon halê wan bê başkirin kampanyana çêdikin.

 

Di ‘eynî şeklîda nivîskar û xezkarên misliman jî wilo dikin.


Maşallah,  jibo zarokên mexdurê xwepêşandinê PKK û DTP heryekî bune bîrdarîyek merhametê, çavê wan şilo pilo, tu dest bidi wan ê bigrin.

 

Nuha emê lîberala, çepgira û demokrata deynin alîkî.


Em balî nivîskar û xezkarê misliman bandikin; Jibo Xweda bêjin, ev ezyet û te’da go jibo Qur’an ê van zarokên oldar kişandine we carekê bitenê jî kirîye rojev; we bi ziman anîye?


H
eta ev qas tiştê go bune hun jê haydarin, xeberdarin?

 

Belkî biziman anîna van tişta wilo te’ele, belê jiwan birayêmenî mezlumî go bi Sedan ez bi xwe rastî wan hatime; ew bixwe vê dixwazin.

 

Ma  mafê wan tuneyê go hevîya tiştek wilo bikin.

 

Jêderk: Mehmet GÖKTAŞ-Ji rojname a heftekî, Xeber a Rast (DoğruHaber Gazetesî) www.doğruhabergazetesi.com

werger: Mîral TUXUBÎ